Li Osloyê ji bo Werîşe Mûradî çalakî: Divê tavilê bê berdan

Li Osloyê ji bo aktîvîsta kurd Werîşe Mûradî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wiha hat gotin, "Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana vê hevala me ya şoreşger berpirsyar e. Divê tavilê bê berdan."

Navenda Nûçeyan – Ji bo aktîvîsta kurd Werîşe Mûradî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ya li Osloyê ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komîteya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de tevî pankarta bi nivîsa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, posterên Zeynep Celaliyan û Werîşe Mûradî yên dîlgirtî hatin hildan.

Aqûbeta wê nayê zanîn

Komîteya Norwêcê ya KJAR'ê di çalakiyê de daxuyaniyek da û diyarkir ku hêzên dewleta Îranê aktîvîst Werîşe Mûradî di meha Tîrmehê de revand û hîn jî aqûbeta wê nayê zanîn û wiha hate gotin: “Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine ku li Rojhilatê Kurdistanê karê me yê rêxistina siyasî dimeşîne, li nêzî Sine hate revandin û agahî jê nayê wergirtin. Malbata wê piştî revandina Werîşe Mûradî kete nava hemû hewldanan, lê belê hîn jî agahî bi dest nexistiye, bi aqûbeta wê nizane. Vê yekê fikarên malbatê û rêxistina me zêde kiriye."

‘Divê tavilê bê berdan’

Nûnerê Ewropayê yê Tevgera Azad Omer Amîn jî ragihand ku Werîşe Mûradî ji aliyê îstîxbarata Îranê û sîxurên Muxafizên Şoreşê ve hatiye revandin û got, "Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana vê hevala me ya şoreşger berpirsyar e. Divê tavilê bê berdan."

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.