Li Orenbûrgê ji ber lêhiyê zêdeyî 10 hezar mal dibin avê de ma

Rûsyayê ji ber lehiya di encama hilweşîna bendava Ûralê de li herêma Orenbûrgê 10 hezar mal di bin avê de ma û bi hezaran kes derbasî herêmên din kirin.

Navenda Nûçeyan- Beşeka mezin a bajarê Orskê ku nifûsa wê 220 hezar e,  şeva Înê ji ber hilweşîna bendava li nêzî çemê Ûralê, di bin avê de ma.

Li gorî rayedaran tevî ku li bajarê Orskê asta bilindbûna avê 9 santîmetreyan kêm bûbe jî li Orenbûrgê ku nifûsa wê 570 hezar e, asta bilindbûna avê hêj zêde dibe.

Wezareta Afetê ragihand ku zêdeyî 10 hezar û 400 xanî di bin avê de mane.

Ajansa fermî ya meteorolojiyê ya Rûsyayê, Rosgîdromet diyarkir ku ew texmîn dikin lehiya li herêma Orenbûrg û derdora wê roja Çarşemê gelekî xurttir bibe.

Serokê şaredariya bajarok diyar kir ku bi deh salan e li herêmê lehiyeke ev qas mezin ranebûye.

Li gorî medyaya Rûsyayê Sergey Salmin ê Serokê şaredariyê ev karesat wiha anî ziman:  ‘’Ev demeke dirêj e me li Orenbûrgê ev qas zêde av nedîtibû. Asta herî bilind di sala 1942'yan de bû. Piştî wê careke din lehiyeke wiha ranebû. Ev yek beriya niha pêk nehatiye.’’

Guherîna avhewayê gelekî bandorê li Rûsyayê dike

Lehiyên xurt bandoreke mezin li Qazaxistanê jî kir. Serokê Qazaxistanê Kasim Jomart Tokayev roja Şemiyê got:  “Ev karesat dibe ku mezintirîn karesata van 80 salên dawîn be.’’ Her wiha Tokayevî xemginîya xwe jî anî ziman.