Li Orenburga ku lehî lê rabû wê asta avê zêde bibe

Li herêmên Rusyayê yên ku lehî li wan rabû rewşa awarte hat îlankirin. Hat diyarkirin ku li bajarê Orenburgê, 2 hezar malên din di bin avê de mane, hejmara giştî malên di bin avê de mane bû 6 hezar û 300.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Orenburg ê Rusyayê di encama barana zêde de felaketa ji ber lêhiyê didome. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dewletê Tass; hikumeta Rusyayê, li Orenburgê li herêmên ku lehî lê rabûye rewşa awarte îlan kiriye.

Hejmara melên di bin avê de mane bû 6 hezar û 300

Ji ber asat avê ya li Rûbarê Ural zêde bûye ji ber lehiya, 885 zarok di nav de zêdeyî 4 hezar kes hatin tehliyekirin. Li herêmê 2 hezar malên din di bin avê de man. Bi giştî hejmara malên ku di bin avê de mane bû 6 hezar û 300. Li bajarê Orsk ku nufûsa wê 200 hezar kes ku herî zêde ji lehiyê bandor bûye xebatên tehliyekirinê berdewam dike.

‘Wê bilindbûna asta avê berdewam bike’

Di heman demê de ji bo binpêkirinên bi guman ên înşaatê lêkolînek hat destpêkirin. Rayedarên xwecihî diyar kirin ku asta xwegirtina bendava avê bûye 5,5 metre, hat ragihandin ku asta avê gihîştiye 9,3 metre û her ku diçe bilind dibe. Li gorî agahiyan asta avê ya Rusyayê AllRivers; îro asta li ie Orsk gihîşt 9,7 metreyan. Serokê şaredariya Oernburgê di daxuyaniya îro de der barê rewşa felaketa lehiyê ya li bajar de diyar kir ku ‘xeteriya’ wê berdewam dike û di rojên pêş de wê asta bilindbûna avê berdewam bike. Rayedarên xwecihî, ragihandin ku duh li bajarê Orsk ji ber xebatê bendav di ser de çûye, li herêma nêzî sînorê Kazakistanê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane nêzî 11 hezar kes jî ji lehiyê bi bandor bûne.