Li nûnertiya Rêveberiya Xweser a Silêmanî şîn hat danîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê ji bo Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma ku di encama êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin, şîn danîn.

Silêmanî- Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û welatiyê bi navê Firat Tûma ku di encama êrîşa balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabûn, cihê şînê vekirin û li wê derê sersaxî tên qebûlkirin.

Nûnerên gelek partî û rêxistinên Başûr serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê kirin û ji bo Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma sersaxî xwestin.

 ‘Xebata Leyman Şiwêş bandorek mezin li Başûrê Kurdistanê kir’

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd da zanîn ku qetilkirina herdu jinên şoreşger Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş bandorek mezin li ser hemû kesan kiriye. Ji ber xebatên Leyman Şiwêş li Başûrê Kurdistanê û di nava tevgera azadiya jinan de bandorek mezin çêkir. Her dem ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina jinan hewl dida. Îro pêncşem e me merasîma sersasaxiyê daniye da ku em soza xwe dubare bikin û riya şehîdên xwe berdewam bikin.”