Li nûnertî û deriyên gumrikan dengdayîna li derveyî welat dest pê kir

Li derveyî welat li ber nûnertî û deriyê gumrikê kar û barên dengdayîna hilbijartina tûra duyemîn a serkomariyê dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina tûra duyem a serokomariyê wê di 28’ê Gulanê de pêk were, li derveyî welat dengdayînê li deriyê gumrikan û serfaretxaneyan dest pê kir. Li gorî daxuyaniya Lijneya Bilind a hilbijartinê (YSK) ji bo hilbijartina serokomariyê li 73 welatan li 151 nûnertiyan û li 167 xalan sindoq hatine danîn. 

Dê li nûnertiyan û li deriyên gumrikan deng werin dayîn

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat wê heta 24’ê gulanê berdewam bike. Kesên dixwazin ji bilî nûnertiyan li gumrikan deng bidin jî dikarin heta 28’ê Gulanê saet di 17.00’an de deng bidin. Dengdayîna nûnertiyên derve, di navbera dîrokên ji bo wê nûnertiyê hatine îlankirin de di nava hefteyê û dawiya hefteyê de di navbera saet 09.00 û 21.00’an de li bajarên girêdayî konsolosxaneyan jî bi saeta herêmî di navbera saet 09.00 û 18.00’an de dikare bê kirin.

Pêdivî bi randevûyê tune ye

Hilbijêrên derveyî welat, dikarin li her nûnertiyeke hatiye diyarkirin an jî li her gumrikê deng bidin. Ji bo vê dengdayînê hewcehî bi randevûgirtinê nîn e.

Li derveyî welat piştî dengdayîn bi dawî bû, li gorî rêbazên ku YSK diyar kir, di bin ewlehiyek bilind de wê bi kuryeyê dîplomatek dengên ji derveyî welat werin Tirkiyeyê û wê li navenda Fuara Enqereyê ATO Congresim a rêveberiya lijneya hilbijartina herêman a derveyî walat  were girtin.

Dengdêrên ji derveyî welat û li Tirkiyeyê di 28’ê Gulanê de piştî saet 17:00’an dema ku dengdan bi dawî bû, wê bi sindoqên din re werin vekirin. Wê hilbjartina dengan û daraja wê di çavdêriya  rêveberiya lijneya hilbijartina herêman de li derveyî welat were kirin.