Li Nisîbînê di serdegirtina malan de 5 jin hatin girtin

Li Nisîbînê polîsan ser malan de girtin, derê gelek malan şikandin û alavên nava malan tevlî hev kirin. Di serdegirtinê de tevî Dayika Aştiyê 5 jin binçavkirin.

Mêrdîn - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Lêgerîn li malan kirin, deriyên gelek malan şikandin û alavên nava malan belavkirin. Dayika Aştiyê Seyran Unuşdu, Hayat Akdaş (56), Bilmez Ari, Sedika Îlhan û Şehriban Demir birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê.