Li Nîjeryayê kolera bi lez belav dibe

Li Nîjeryayê ji ber şewba kolerayê ji meha Çileyê vir ve 4 hezar û 809 nexweşên kolerayê hatin tesbîtkirin. Tenê di navbera 15-21 Tîrmehê de 170 bûyerên nû yên kolerayê hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji ber şewba kolerayê Nîjerya bi krîzeke tenduristiyê ya nû re rû bi rû ye. Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber nexweşiya kolerayê mirine 156 e.

Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Nîjeryayê diyar kir ku di navbera 15-21 Tîrmehê de 170 bûyerên nû yên kolerayê hatine dîtin û di vê pêvajoyê de 3 kes mirin.

Hat diyarkirin ku ji meha Çileyê vir ve li welat bi tevahî 4 hezar û 809 nexweşên kolerayê hatine tomarkirin. Ji bo kontrolkirina kolerayê di 26’ê Hezîranê de rewşa awarte ya neteweyî hate ragihandin.