Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 12 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat hînbûn ku li eyaletên Benue û Kaduna yên Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Nîjeryayê ku yek ji welatên Rojavayê Afrîkayê ye, di demên dawî de rastî êrîşên çeteyên çekdar Boko Haram û ISWAP tê. Parlamenterê Herêma Katsina-Ala Jonathan Agbidye di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma Katsina-Ala ya eyaleta Benueyê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşek pêk hatiye.

Jonathan Agbidye, diyar kir ku di êrîşê de 6 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Jonathan Agbidye agahî parve kir ku çekdaran berhemên xwarinê yên niştecihên herêmê didizin. Li gor nûçeyên medyayê, hat diyarkirin ku di êrîşa li herêma Kajuru ya eyaleta Kaduna de jî yek jê jin 6 kes jiyana xwe ji dest dane.

Nîjerya di van demên dawî de rastî êrîşên çeteyên çekdar û Boko Haram û ISWAP li gelek deverên welêt tê. Rêxistinên çekdar gund, dibistan û rêwiyan li bakurê welêt dikin hedef.