Li Nîjeryayê 1440 xwendekar hatin revandin
Li gorî rapora UNICEF'ê ya Nîjeryayê, ji meha Çileyê û vir ve di êrîşên li ser 25 dibistanên cuda de 1440 xwendekar hatine revandin.
Navenda Nûçeyan- Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) der barê bûyerên di sala dawî de li Nîjeryayê qewimîn raporek weşand. Di raporê de hat gotin ku êrîşên li ser dibistanan her ku diçe zêde dibin.
Hat diyarkirin ku li welat ji meha Çileyê vir ve êrîş li 25 dibistanên cuda hatine kirin û di van êrîşan de 1440 xwendekar hatine revandin. Di raporê de hat gotin ku di êrîşan de zarok hatine hedefgirtin her wiha bang li hikûmetê hat kirin ku ji bo pêşîgirtina li van bûyeran demildest gavan bavêje.
Li dibistanan perwerde hatin sekinandin
Hat tomarkirin ku li eyaletên Benue, Kaduna, Plateau, Katsina û Zamfara yên Nîjeryayê, di mehên dawî de li gelek dibistanan xwendekar hatine revandin. Piştî van êrîşan gelek dibistan û zanîngeh neçar man navber bidin perwerdeyê.
Li bakurê Nîjeryayê, milîtanên bi çekên giran civakên xizan dikujin, direvînin û terorîze dikin.