Li Nîjerya şewba kolera: Hêjmara miriyan giha 94’an

Li Nîjerya ji ber şewba kolera hêjmara kesên ku îsal jiyana xwe ji dest dane giha 94’an, tendê di nava mehekê de 201 bûyerên kolera hate tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Nîjerya a ku welatê Rojavayê Afrîqa ye, bûyerên kolera zêde dibe. Navenda Nexweşiyan ya Qontrolkirina Nexweşiyan (NCDC) bi daxuyaniyekê aşkira kir ku li 23 parêzgehên welat di nava mehekê de 201 bûyerên kolerayê hatine tesbît kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji meha Çileyê heta niha li welat 2 hezar û 860 bûyerên kolera hatine tesbîtkirin. Hêjmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane gihaye 94’an. Li gel kêmaniya ava paqij li welat, virusa ta, felca zarokan, tifo û sorîk jî tên dîtin.

Bakteriya ‘Vibro’ ku dibe sedemê kolera ku bi rêya xwarin û avê belav dibe, dibe sedemê îshalê û di laş de windahiya avê. Ger ev nexweşî neyê tedawî kirin wê bibe sedemê mirinê.