Li Nîjerê ji ber barana zêde 94 kes mirin

Li Nîjerê hejmara kesên ku di lehî û şimitîna axê ya ku di encama barana zêde ya ji hezîranê vir ve pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 94’an.

Navenda Nûçeyan – Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Nîjerê ragihand ku ji ber barana zêde ya ku meha Hezîranê dest pê kir 135 hezar û 156 kes mexdûr bûne. Midûriyetê ragihand ku ji meha Hezîranê û vir ve ji ber barana zêde ji ber lehî û şimitîna axê 94 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî bê mal mane.

Di daxuyaniya dawî ya di 6'ê Tebaxê de hat dayîn de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane weke 77 hatibûr agihandin. Par ji ber barana zêde ku bandorê li 137 hezar û 797 kesan kir, 41 kes jiyana xwe ji dest dabû û 53 kes jî birîndar bûbû.