Li nêzî Tûnisê cenazeyên 31 koçberan hatin dîtin

Hêza parastina niştimanî ya Tûnisê roja 24’ê Nîsanê ragihandibû ku 31 termên perçebûyî yên koçberan li peravên wî welatî hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber şerên ku rûdidin û krîza aborî ya ku her roja diçe mezin dibe bi hezaran kes neçarî koçberiyê dimînin. Bi salan e dîmenên têkildarî mirina koçberan her carê li cihekî tên weşandin. Berdevkê Parastina Neteweyî ya Tûnisê bi daxuyaniyek ragihand ku 31 termên parçebûyî li pervanên Tûnisê hatine dîtin. 

Cenazeyê jinek Afrîqî hat dîtin

Berdevkê Parastina Neteweyî ya Tûnisê di daxuyaniyekê de got: "30 cesed, di nav de 2 jin û 2 zarok, ji ber pêlên deryayê li peravên Safakes, Kerkennah û Mahdia hatine dîtin."

Berdevkê her wiha got: "Yekîneyên li Gabesê cesedê jineke din a ku dîtin. Li gorî lêkolîna destpêkê, cesed aydî welatiyên Afrîkaya bin Sahrayê ne.”