Li nexweşxaneya El-Awde ya li Xezayê derman û xurek xilas bûne

Hat ragihandin ku li nexweşxaneya El-Awde ya li bakurê Zîvala Xezayê ji ber êriş û dorpêça Îsraîlê, derman û xurekên di dest de bi temamî xilas bûne.

Navenda Nûçeyan-Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber didomin. Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 42 hezar û 718’an, hejmara birîndaran jî bûye 100 hezar û 282.

Hat diyarkirin ku li nexweşxaneya El-Awde ya li bakurê Zîvala Xezayê cih digre, ji ber êrişên Îsraîl, hema bibêje sotemenî li ber xilabûnê ye, derman û xurekên di dest de bi temamî qediyane. Midûrê nexweşxaneyê Muhammed Saliha der barê rewşa nexweşxaneyê de agahî da. Muhamed Saliha diyar kir ku ji ber Îsraîlê di 21’ê Cotmehê de nexweşxane dorpêç kir, di bin dorpêçê de dijîn, personelên nexweşxaneyê û nexweş tevger nakin û ji derve piştgiriyê nagirin.

‘Roj bi roj em ber bi felaketê ve diçin’

Muhammed Salih di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li nexweşxaneya ku ji bo jiyanê têkoşîne heye, sotemeniyê, derman û xwarinên di destên me de hema bibêje xilas dibe, nexweşxane pirsgirêka cidî ya tibî û xwarinê dijî. Ee jî ger pêwîstî neyên, di rojên pêş de dê bibe sedema felaketek mezin.” 

Muhammed Salih da zanîn ku derdora nexweşxaneyê her dem tê hedefgirtin, ev jî gihandina birîndaran asteng dike. Her wiha beşên di nexweşxaneyê de, ji derveyî jinên ku nû zarok diwelidînin û piştî welidînê pêwîstî bi lênêrînê heye, tije nexweşên ku pêwîstî bi şopandina tibî ya lezgîn heye ne hemû di nexweşxaneyê de asê mane û bi tu awayî nikarin ji wê derê derbikevin.