Li nexweşxaneya Şîfayê 31 pitik hat tahliyekirin

Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê di roja 45’an de berdevam dike. 31 pitikên prematûre ên li nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê de diman hat tahlîyekirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdevam dike. Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku di êrîşên ji 7ê Cotmehê vir ve 5 hezar û 500 jê zarok 3 hezar û 500 jin zêdetirî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Derbarê hejmara birîndarên ku berê hatibû ragihandin, ku ji 30 hezarî derbas bû, ti agahî nehat dayîn. Hat ragihandin ku di hejmara birîndara de ji sedî 75 ji zarok û jinan pêk tê. Her wiha tê diyarkirin ku li herêmê 6 hezar kes winda ne ku piraniya wan di bin xirbeyan de ne yan jî cenazeyên wan nayên dîtin.

60 rojnameger hat qetilkirin

Li aliyek din hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de hejmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 60’î. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezeyê ve hat dayîn de, 4 jê jin navê 60 rojnamegeran hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin endamên çapemeniyê yên ku mirine rasterast bûne hedefa mûşekên artêşa Îsraîlê û hin ji wan jî tevî malbatên xwe di encama êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dane.

31 pitik hatin tahliyekirin

Ji Nexweşxaneya El-Şîfa ya li Xezayê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wekî 'herêma mirinê' pênase kir, 31 pitik hatin tahliyekirin. Pitik rakirin nexweşxaneyeke Emîriyên Yekbûyî yên Ereban li bajarê Refahê li başûrê Xezeyê. Bi sedan kesên ku di nav wan de nexweş jî hebûn roja Şemiyê ji Nexweşxaneya El-Şîfa derketin. Kontrola nexweşxaneyê niha di destê Îsraîlê de ye.

'Pitik pir nexweş in'

Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku pitik "pir nexweş" bûn û di "şertên pir mijûl û xeternak ên ewlehiyê de" hatin derxistin. Rêvebir anî ziman ku pitikan "li beşa lênihêrîna ku pitikên nû lê tên ragirtin" li Refahê "tedawiya lezgîn wergirtin." Li gorî daxuyaniyê 6 xebatkarên tenduristiyê û 10 endamên malbatên wan li nexweşxaneyê bi wan re tên.