Li nexweşa demansê Aysel Tugluk ferzkirina ‘parastinê’

Parêzerên nexweşa demansê Aysel Tugluk, biryara dadgehê ya têkildarî girtina parastina muwekîlê wan hatibû dayîn îtîraz kirin.

Amed- Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk, li ser biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji ber nexweşiya demansê ku dibe sedema jibîrkirinê û hizirîna pergalî ya zihnî asteng dike, di dîroka 27’ê Cotmeha 2022’an de hat berdan.

Lê belê piştî biryara berdanê ya Aysel Tugluk, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li dosyaya dozê mêze kir, ji bo Aysel Tugluk bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî danişîne bibe û parastina xwe bike biryara navber da. Danişîna doza ku der barê Aysel Tugluk de hatibû vekirin di 5'ê Gulanê de hat dîtin.

Daxwaza rawestandina darizandinê hat kirin

Aysel Tugluk ji ber nexweşiya xwe beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Aysel Tugluk Serdar Çelebî bi bîr xist ku înfaza cezayê muwekîlê wî heta baş bibe hatiye taloqkirin û xwest ku ev rewş ji bo darizandinê bibe jî derbasdar be. Serdar Çelebî, bal kişand ku muwekîlê wî bi fizîkî tenê dikare bimeşe û hemû lênêrîna wê ji aliyê kesek din ve tê kirin, xwest darizandin bê rawestandin.

Îsrara dadgehê ya SEGBÎS'ê

Dadgehê biryar da ku der barê Aysel Tugluk de ji bo parastina wê ya der barê îdiayan de tedbîrên pêwîst bên girtin û di çarçoveya nivîsandina talîmatê de jî talîmata SEGBÎS'ê bê nivîsandin. Dadgehê biryar da ku nivîsa nêrînê ya Aysel Tugluk a ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku danişîna wê ji dosyayeke din berdewam dike, ji wan re were şandin. Her wiha biryar hat dayîn ku dosyaya "propagandaya rêxistinê" ya li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat vekirin, bi dosyaya dozê re bibe yek.

Pazêran îtîraz 'parastina bi zorê' kirin

Parêzerên Aysel Tugluk Serdar Çelebî û Reyhan Yalçindag li dijî berdewamkirina danişîna muwekîlên xwe û zordariya parastinê îtîraz kirin. Parêzeran bi bîr xist ku dema li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kocaeliyê teşhîsa demansê hat danîn, rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Li girtîgehê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne" bi bîr xistin.

'Divê belgeya talîmatê bê îadekirin û darizandin bê rawestandin'

Di daxwaznameyên îtirazê de hat gotin ku Dadgeha Destûra Bingehîn der barê Aysel Tugluk de biryara "ji bo parastina tevahiya madî û manewî ya jiyana wê tedbîrên pêwîst were girtin” daye. Di daxwaznameyê de hat gotin ku nexweşiya Aysel Tugluk mayînde ye û dermankirina wê ya başkirine nîn e, roj bi roj xerabtir dibe di 3'ê Gulana 2023'an de ji aliyê 3'emîn Daîreya Pisporê ya Saziya Tiba Edlî ve hatiye muayenekirin û rapora di mijarê de hê nehatiye amadekirin. Di daxwaznameya îtîrazê de wiha hat gotin:

"Di van şert û mercan de ne mimkun e ku muwekîl beşdarî danişînan bibe yan jî parastinê bike. Berdewamkirina teqîbatê ya der barê muwekîl de, li gorî di rewşa dikare parastin bike de be û ehliyeta ceza pêk anî heye an nîn e bê diyarkirin.”

Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku Aysel Tugluk li mala xwe ya li Stenbolê bi refaqeta kesekî din jiyana xwe didomîne, hat xwestin ku belgeya talîmatê ya der barê îfadedayînê de hatiye dayîn bên îadekirin û darizandin bê rawestandin.