Li Nepalê lehiyên ji ber qeşayê: Hezar û 342 kes mirin

Hejmara kesên ku ji ber lehiyên ji ber hilweşîna qeşayê ya li herêma Rasuwa ya Nepalê ya nêzî sînorê Çînê mirin, gihîşt hezar û 342’yan. Polîs, ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo hezar û 886 kesên winda, didome.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku ji ber lehiyên li herêma Rasuwa ya Nepalê ya nêzî sînorê Çînê û derdora wê diqewîme mirin, gihîşt hezar û 342’yan.

Polîsên Nepalê diyar kirin ku hejmara kesên ji ber lehiya li welat mirine, gihîştiye hezar û 342’an û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 4 hezar û 886 kesên winda, didomin.

Polîsên Nepalê, ragihandin ku cenaze ji 8 herêmên cuda hatine derxistin û diyar kirin ku 360 cenaze li Chitwan, 230 li Nawalparasiya Rojava, 222 li Nawalparasiya Rojhilat, 192 li Nuwakot, 160 li Rasuwa, 73 li Gorkha, 67 li Dhading û 38 jî li Tanahun hatine dîtin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYE’yê ya ragihand beriya lehiyê li herêmê erdhejek çêbûye, daneyên xwe nûjên kir û diyar kir ku çavkaniya tevgera sîsmîk a bi pileya 5.2, hilweşîna qeşayê ye.

Pisporên Navenda Navneteweyî ya Pêşxistina Çiyayî ya navenda wê li Katmanduyê ye, diyar kiribû ku lehî ji ber şepeya ku ji ber perçeyên qeşayê yên ji herêma çiyayî veqetiyan, pêk hatiye.