Li Nepalê hezaz: 65 kes winda ne

Di 2 otobusên ku li Nepalê ji ber hezazê ber bi Çemê Trishuli ve kaş bûn, ji bo 65 kesan operasyona lêgerîn û xilaskirinê hat destpêkirin. Li herêma Kaskî ji ber hilweşîna 3 xaniyan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Baranên musonê yên ku ji nîvê Hezîranê ve li welatê Asyaya Başûr Nepalê bi bandor e, dibe sedema lehî û şimitîna axê. Îro 2 otobusên rêwiyan ji ber şimitîna axê ya ji ber baranê ber bi çemê Trishuli ve kaş bûn. Ji bo dîtina 65 rêwiyên ku di çem de winda bûne, xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 91

Li gor ajansa nûçeyan a Reuters; Berdevkê Polîsan Dan Bahadur Karki diyar kir ku bûyer li herêma Chitwan a 86 kîlometre li rojavayê paytext Kathmanduyê pêk hatiye. Karki wiha got: “Di otobusa ku ji Kathmandu diçû Gaurê 41 kes û di otobusa ku ji Bîrgunjê diçû Kathmanduyê jî 24 kes hebûn. Herdu otobus û rêwiyên wan di çem de winda bûn.”

Dan Bahadur Karki, diyar kir ku li herêma Kaskî ya paytextê ji ber şimitînê 3 xanî hilweşiyane û destnîşan kir ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên ku ji nîvê Hezîranê û vir ve li Nepalê di şimitîna axê û lehiyê de jiyana xwe ji dest dan herî kêm bû 91.