Li navçeya Tilizêr a Şengalê sê gorên komî hat vekirin

Duh li navçeyan Tilezerê a girêdayî Şengalê sê gorên komî hate vekirin. Gorên komî ku bi merasîma olî hate vekirin gelek endam û hevsorokên sazî û dezgahên Şengalê û malbatên Şehîdan amadebûn.

Şengal- Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşek hovane li ser Şengalê pêkanîn. Di encama vê fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, koçber kirin û revandin. Li gel van êşan jî li Şengalê di encama hovitiya çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan de bi dehan gorên komî li gund, bajar û navçeyên herêmê hatine çêkirin. Bi giştî di vê fermanê de  89 gorên komî hatine dîtin ku heya niha tenê ji wan 46 gorên komî hatine vekirin.

Duh li navçeya Tilizêr  a girêdayî Şengalê 3 gorên komî hate vekirin û heya niha  40 gorên komî nehatine vekirin. Malbata Mehmud Xiro (ew bi xwe jî li gel law, bira û kurên birayên xwe hatine qetil kirin) ji ber ku heya niha hestiyên bab, bira, mam û kurmamên wan nehatine derxistin bihêrsin û pirsa “Ji dema despêkê heya îro her tê gotin gorên zarokên me bê vekirin lê ji bo vê kêliyê ev çima 9 sale em li bende ne? pirsin.

‘Ez dayika 5 zarokên gorên komî me’

Xezal Tilizêr a dayika 5 Şehîdên gorên komî ye wiha qala wan rojan kir û got: “Ev mala me bû, em li ser bostanan bûn, carekê de êrişê me kirin, mêr tev qetilkirin, jinên ciwan cûda birin dayikên bi temen û zarok hiştin. Piştre  gundiyên me hatin rewşa me dîtin ax avêtin ser şehîdan û em bi zarokan re birin çiya. Ev 10 sale hikumeta Îraqê hê gorên me venekirin, heya niha nehiştin em gorên zarokên xwe çêkin û serdan bikin. Ev hîn nû biryar dane ku van sê goran vekin lê em dizanin ku wê heya çend salê din hestiyên me jî nedin me. Xwedê heqê Şehîdên me li gel wan nehêle.”

‘Divê hikumeta Iraqê xetaya cara din neke’

Xwuşka Şehîdan Tewra Xezal jî bi heman awayî qala çîroka bira bav û kes karên xwe kir: “Malbata min tenê karê bostaniyê dikir û bi vê awayî jiyana xwe berdevam dikirin. Ew DAIŞ a ku bû belaya cîhanê em tev qirkirin.”

Tewra Xezal bal kişand ser xemsarî û bêrêziya hikumeta Iraqê ya ji bo şêwazê radestkirina hestiyên windahiyên gorên komî û wiha got: “Divê hukumeta Iraqê xeletiya caradin neke. Hukumeta Iraqê ji derveyî radestkirina şehîdên Koço tevahî şehîdên  me yên din di elageyên zibalê de radestî malbatên wan kirin. Yan jî ji bo şehîdan daxwaza tabut, kefen û ala Iraqê kiribu ev şermeke mezin e divê hikumet careke din vê şaştiya xwe ya li beramberî civaka Êzidî dubare neke.”

Berdevka Meclisa Jin ya gundê Xanesorê Henan Xelef jî sersaxî ji tevahî civaka Êzidî re xwest û got ew ê li pey doza şehîdên xwe bin û wiha got: “Hikumeta Iraqê li ser gorên komî siyasetê dike em vê yekê şermezar dikin û napejirînin. Divê demil dest tevahî gorên din yên ku ev 10 sale dibin wan kavilan de ye bêne vekirin û radestî civaka Êzidî bê kirin.”