Li Colemêrgê erd hejiya
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî pîvana Richterê li navçeya Gevera Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû. Erdheja ku bajarên derdorê jî pê hesiyan bû sedema tirsê. Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej saet di 06.09’an de 7 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Walî Alî Çelîk jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî erdhejê daxuyanî da. Alî Çelîk di parvekirina xwe de wiha got: “Piştî erdheja bi pileya 4.3 çêbû heta niha tu rewşeke neyînî derneketiye holê.”