Li Narîn Gezgor cezayê girtîgehê hat birîn

Di danişîna dawî ya dozê de ji endamên damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor bi îdîaya “endamtiya rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Amed- Danişîna biryarê ya doza ku ji endamên damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin hat dîtin. Narîn Gezgor beşdarî rûniştina li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebû, parêzerên wê Semra Balyan û Elîf Tîrenç Îpek Ulaş li danişînê amede bûn.

7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Di mutealaya wê de dozger xwest ku Narîn Gezgor ji ber sûcê ku li ser hatiye darizandin bê cezakirin û tedbîra kontrola edlî berdewam bike. Li aliyê din parêzeran parastina xwe ya nivîskî dubare kirin û beraeta Narîn Gezgor xwestin. Heyeta dadgehê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Narîn Gezgor birî û biryara berdewamkirina tedbîra kontrola edlî jî da.

Narîn Gezgor a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li dijî Komeleya Jinan a Rosa de di 22’ê Gulanê de hatibû binçavkirin, di danişîna ewil de hatibû berdan.