Li Musulê li dawetekî ji ber şewatê zêdetirî 100 kes mir

Hat diyarkirin ku li bajarê Musulê ya Iraqê di şewata ku salona dawetê derketiye de zêdetirî 100 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Mûsilê ya Iraqê agir bi salona dawetê ket. Li gor tesbîtên ewil di şewata ku hat îdiakirin ji ber fîşekên hewayî derketiye de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane û 500 kes jî birîndar bûne.

Hat hînbûn ku di salona dawetê ya ku şewat derket de herî kêm 800 kes hebûn.