Li Mozambîkê keştiya masîgiran noqî avê bû

Li Mozambîkê keştiya masîgiran a ku rêwiyan digirt noqî avê bû. Hat diyarkirin ku ji 130 kesên di keştiyê de 94 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 30 kes jî winda bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Mozambîkê ku welatê başûrê rojhilatê Afrîkayê ye, keştiyek masîgiran a rêwî tê de bûn, noqî avê bû. Li gorî agahiyên ewil, ji 130 kesên di keştiyê de 94 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku cenazayên mirovan li peravan ketine. Zêdetirê 30 kesên di keştiyê de jî winda bûne.

Rayedaran, ragihandin ku bûyer 7’ê Nîsanê roja Yekşemê li nêzî parêzgeha Nampul a li bakurê welat pêk hatiye. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku di keştiyê de piranî zarok hebûne. Hat diyarkirin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê 5 kesên ji qezayê rizgar bûne dîtine lê ji ber şert û mercên li behrê, di domandina xebatên xwe de zehmetiyan dikşînin.

Ji ber agahiyên derew ji giravê direviyan

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piraniya mirovên di keştiyê de ji ber agahiyên derew ên têkildarî şewba kolerayê hatin belavkirin, hewl dane ji girava ku lê dijîn birevin.

Li Mozambîka di nava welatên herî xizan ên cîhanê de ye, li gorî daneyên  Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ji Cotmeha 2023’an vir ve 13 hezar û 700 bûyerên kolerayê hatine tesbîtkirin. 30 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.