Li Moskovayê govenda Kurdî xelat girt

Li paytexta Rûsya Moskovayê di pêşbirka xelata govend-reqsê ya gelan a dikê ya Rûsyayê de Kolektîfa Govandda Kurd xelat girt.

Navenda Nûçeyan- Pêşbirka xelata Rûsyayê ya giştî ya govend-reqsê ya Gelan li Qesra Çandê ya Zanîngeha Ragihandinê ya Rûsyayê hate lidarxistin. 80 komên reqsê tevlî pêşbirkê bûn. Gelek ji van koman di pêşbirkên navneteweyî de xelat girtine.

Di juriya pêşbirkê de pisporên Çand û Hunerê yên Federasyona Rûsyayê cih girtin. Ji serokatiya komîsyona koreografî ya Wezareta Çandê ya Moskowayê V. G. Şerşnev û ji serokatiya Beşa Reqsên Gel a Enstîtuya Çandê ya Dewletê ya Moskowayê Y. G. Derevyagîn serkêşiya jurîtiyê kirin.

Kolektîfa Koma reqsê ya Kurd ‘Rûken’ beşdarî pêşbirkê bû û di beşa ‘folklorê’ de xelat girt. Xwepêşandana Koma ‘Ruken’ ya bi navê “çîrokên Kurdan ên çiyayên Colemêrgê” li ser dikê hate nîşan dan û rastî eleqeyek mezin hat.