Li Misrê Saziya Jin a Nû rewşa aboriya jin nîqaş kir
Saziya Jin a Nû li Misrê bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan di qada aborî de û çareserkirina pirsgirêkan jinan, konfransek li dar xist.

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Duh di 26'ê Adarê de Saziya Jin a Nû ji bo şert û mercên aborî yên jinan navbera Platforma Pekînê ya ku nêzî 30 sal berê hat qebûlkirin û Plana Pêşketina Berdewam a ku nêzî 10 sal berê hatibû qebûlkirin, nîqaş bike konferansek li dar xist.
Rûniştina yekem a konfransê ji hêla Rêvebera bernameya Jin, Kar û Mafên Aborî ya Saziya Jin a Nû Mayî Salih hate vekirin û bal kişand ser armanca konfransê ji bo pêşxistina rola jin di qada aborî de.
'Divê komîsyona cudekariyê parastian jinan bike'
Nivîskar û wergervan Îlham Eydrûs da diyar kirin ku gelek pirsên derbarê hebûna jinan di nava sûk û bazaran de pêwîstiyên xwe bi bersivdayînê hene. Îlham Eydrûs wiha got: “Divê Komîsyona Têkoşîna li dijî Cudekariyê ku parastinê dike û mijara cudekariyê di nava kar de û binpêkirinên ku tên kirin, dinirxîne, pirsgirêkên jinan di warê aborî de çareser bike û destek bide wan ku karibin bêhtir xwe pêş bixin. Her wiha yasayek yekgirtî li dijî şîdetê erê bike û dêkeve meriyetê. Hewcedariya jinan bi zagoan Rewşa Kesane jî ku parastina mafên wê bike, heye."
'Li Misrê tenê 6 miliyon û 569 hezar jin kar dikin'
Mamosteya Zanista Siyasî Encî Muhemed eşkere kir ku li gor Ajansa Navendî ya Seferberiya Giştî û Îstatîstîkê hêza kar li Misrê bi qasî 33 miliyon û 124 hezar tê texmîn kirin. Encî Muhemed girêdayî vê yekê van agahiyan da: “Di nav de 6 miliyon û 569 hezar jin in, yên din jî di çarçoveya malê de dimînin. Ev jî asta hebûna jinê di qada xebata fermî de nîşan dide."
'Jin bi xizaniyê re rûbirû ne'
Lêkolîner di Pêşveçûn û Zayendê de û Rêveberê Saziya Jin a Nû Nêvîn Obeid da zanîn ku li Misrê zêdebûna jinên xizanî û zêdebûna rêjeya bêkariyê di nav xort û jinên ciwan de heye. Nêvîn got: "Xizanî ne tenê di warê aborî de, di warê hînbûn, xwendin û tendrustî de. Rêjeya karkirina jinan di nava bazaran de kêm dibe û berê xwe didin karê malan."
'Jinên Misrê bi kêşeyên cudekariyê re dimînin'
Rêvebera Partiya Sosyalîst a Misrê û Eniya Niştimanî ya Jinên Misrê Kerîma El-Hefnewî got: "Me di konfransê de qala sedemên kêmbûna jinan di warê aborî de kir. Misir welatekî dewlemend e, ji aliyê çavkaniyan cihê erdnîgarî şaristaniya kevnar û her wiha çavkaniyên mirovî ve. Lêbelê, ne bikaranîna rast a dewlemendiyê sedema rasterast a xizaniyê ye. jinên Misrî rûbirû bi kêşeyên cudekariyê re dimînin. ev jî dibe sedem ku jin dev ji karê aborî berdin."
'Hewcedarî bi bihêzkirina jinan heye'
Lêkolînerê Bernameya Mafên Aborî û Civakî li Weqfa Jin a Nû Omeyîma Îmad El-Dîn got ku di konferansê de bandora xizaniyê û polîtîkayên neolîberal ên li ser jinan tê nîqaşkirin û wiha domand: “Mijareke ku komên herî xizan bedêla wê didin, herî zêde jî jin. nîqaş jî derbarê riyên çareseriyê û parastina jinan bû. Pêdiviya din jî bi bihêzkirina jinan di bazara kar de heye."