Li Misrê jin li hember zewaca zarokan têdikoşin
Li Misrê hê jî bi erêkirina malbatan zarok bi darê zorê tên zewicandin. Keçik ji perwerdê tên bêparkirin û zewicandin. Heta dawiya emrê xwe rastî binpêkirinên mafan tên. Jin li aliyê din têkoşîna xwe ya li hember feraseta zilam jî didomînin.
ASMAA FATHI
Qahire – Li gelek welatan jin nikarin der barê jiyana xwe de biryar bidin. Di qada perwerdê, xebatê, siyasetê û gelekên din de tên derkirin. Jinên ku hê zarok in tên zewicandin, ji ber ku ji perwerdê bêpar dimînin, kêmasiya vê yekê heta dawiya emrê xwe dikşînin.
Yek ji van jinan jî, dayîka 4 zarokan e. Jina ji Qahireyê ye, 14 sal beriya niha bê dilê xwe hatiye zewicandin. Jina ku gazinan kir, wiha got: “Gava ku hatim zewicandin, negotin ka tu çi dibêjî. Gotin tu dikarî piştre perwerda xwe bidomînî. Piştî ku hatim zewicandin, nehiştin perwerda xwe bidomînim û malbata min ez xapandim. Perwerda min serobino kirin. Gelek keçikên wek min hene û yek ji wan jî nikare derbarê jiyana xwe de biryar dibe.”
‘Hemû xeyalên min têk birin’
Jina ku diyar kir gava hatiye zewicandin nizanibûye ka zewac çiye jî, tiştên hatine serê wê, bi van gotinan anî ziman: “Ji min re wek gul û gulîstan nîşan dan. Gotin ku malbata te yê ya nû malbatek pir baş e û tu dikarî perwerda xwe bidomînî. Ez ji gotinên wan ên gul û gulîstanî gelek bi hêvî bûm. Bavê min got ezê biryara derbarê zewaca te de bidim û li gor xwe, kesê li gor min guncaw e, bijartiye. Tiştên ku piştî zewacê derketin pêşiya min jî, gelek cuda bûn. Min nekarî perwerda xwe bidomînim û pir hatim biçûkxistin. Hemû bêrîkirin û xeyalên min ên ji bo pêşerojê, têk birin. Min dixwest bibim endezyarek û di qada dekorasyonê de bibim pispor. Min pêşerojek cuda hêvî dikir û kîngê fikrên min ên ji rêzê tên bîra min, bêzar dibim. Hêvîdar im keça min jî van tiştên ku min dîtiye nebîne û biryara awayê jiyana xwe, ew bide.”
‘Divê feraset bê guhertin’
Dîrektora Bernama Gihîştina Dadê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê Jawaher Al-Taher, anî ziman ku li welatên ku Sudan, Erebîstana Siûdî, Yemen, Cezayir, Tunus jî di nav de ne, hevpeymanên bêyî ku wasî hebe hatine amadekirin, qedexe ne. Jawaher Al-Taher, wiha got: “Li van welatan tê gotin ‘jinek nikare bê wasiyê xwe bizewice’. Divê li ser vê mijarê xebatên şarezakirinê bên meşandin. Jinên ciwa bê dilê wan dizewicînin û divê ev feraset bê guherandin. Di civakên baviksalar de zilam dibêjin biryar aydî min e. Nabêjin ka jin çi difikirin û çi dixwazin. Ev rewş dibe sedem ku gelek krîz û tevliheviyên civakî derkevin holê.”
‘Em ji bo guhertinê dixebitin’
Jawaher Al-Taher, destnîşan kir ku fikra wasî, fikreke ji bingeha civakî tê û wiha got: “Li Misrê dozek tê vekirin, li hember hevpeymanek zewacê ya bê wasî hatiye kirin, îtiraz tê kirin. Yê ku wiha dike, bavê keçikê ye. Dadgeh dibêje ku mafê jinê heye ku bê wasî bizewice. Ev dozek mînak e. Dema em nêrîna civakê ya ku dibêje pêwîst e civak di hevpeymana zewacê de wasî hebe li berçav bê girtin, ev biryarek ji bo dozên wiha jî derbasdar e. Ev bi salan e ku em ji bo guherandina çand û kevneşopiyên serdest têdikoşin. Em dizanin ku xebatên me hema di şevek de biser nakevin, lê em dizanin ku bi domandina xebatan û zêdebûna şarezatiya civakî, ew dê guhertinek jî were.”