'Li Misrê jin di qalibên civakê de tên sînordarkirin'

Aktîvîstên jin ên Misrî tekez kirin ku jin li Misrê bi kêşeyên çandî û civakî re rûbirû ne û gotin: "Çanda civakî jinan dixe nava qaliban. Jinên ku xwe ji van qaliban rizgar bikin jî tên demxekirin."

ESMA FETHÎ

Qahîre – Rola birêvebirina jinan ji aliyê mêr ve yek ji stûnên çanda civakê ye ku binpêkirina wê yan binpêkirina rêgezên wê red dike. Ji ber vê jinên ku wê red dikin an jî dixwazin rolên din bigrin, rastî demxekirin û redkirina derdorên xwe tên. Ev jî hişt hejmarek ji çalakvanên jin gavan ji bo bidestxistina mafên jinan û bal kişandina ser şikandina benda bêdengiyê, avêtin. Gelek jin dikevin bin destê serdestiya mêr û qalibê ku ew li ser wan ferz dike, jinan mehkûmê rolên civakî yên li hundir û derveyî malbatê dike.

'Çanda civakî jinan dixe qalibên taybet'

Rêvebera Weqfa Pêşketin û Perwerdeyê ya Kayan Misir, Sehar Şûaban tekez kir ku gelek kêşeyên jin bi salan e bi wan re rûbirû dimînin weke aborî, siyasî û civakî hene û wiha got: "Jin rastî bûyerên şîdetê tên, ev jî bûye zextek û nahêle ku ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Ji mafên xwendin û kar bêpar dimînin û di temenê biçûk de tên zewicandin. Ji bo guhertina wan ji nû ve nirxandin û tevgerek rastîn hewce dike. Kiryar li ser jinan li malê û qada kar de jî pêk tên. Çanda civakê hê jî jinan dixe nava qaliban ji bo ku nikaribin jê dûr bikevin. Rêxistinên civaka sivîl serî li gelek parêzgehên Misrê û gundan dane da ku bi vê nêrîna qalibgiran re mijûl bibin. Guhertina çandan dem, hewldan û heyamekê hewce dike da ku bigihîje bandor û guherîna rastîn."

'Pirsgirêkên jinan bandorê li civakê jî dikin'

Sehar Şûaban da zanîn ku pevçûn wê tiştekî bi dest nexe û di civakê de valahiyek rast derkeve. Sehar Şûaban wiha pê da çû: "Niha li misrê têgihîştinek heye ku guhertina çanda stereotipîkî ya mêran bandorek û guhertinek rastîn heye. Ji ber ku mêr di vê dosyeyê de herî bi bandor in. Diyaloga civakî gelek girîng e, ji bo ku her kes bizane bandora pirsgirêkên jinan ser civakê heye."

'Hewcedarî bi xebatek girîngtir heye'

Di dawiya gotinên xwe de Sehar Şûaban tekez kir ku civaka sivîl bi taybetî saziyên mafên mirovan ên ku li ser mafên jinan dixebitin, ji bo derbaskirina kêşeyên ku tevgera jinan di civakê de asteng dikin, bêwestan dixebitin lê ji aliyê hinek saziyan ve xemsarî heye. Sehar Şûaban  got ku divê her kes di bin yek armancê de bixebite, ew jî pêşxistina civakê û pêşxistina rewşa jinê ye. Sehar Şûaban wiha got: "Tevî lidarxistina semîner, dewreyên perwerdeyê û hevdîtinan bi jinan re ji bo hişyarkirin û parêzvaniyê. Lê mixabin heta niha bandoreke ku tê xwestin nekiriye. Çareserî ji bo jinan bi zagonên adil dest pê dike û divê hemû saziyên dewletê li ser vê mijarê bixebitin. Medya roleke mezin û bibandor di hişyarkirina jinan de dilîze."

'Jinên ku qaliban nas nakin tên temxekirin'

Endama Însiyatîfa Sened a Piştevaniya Zagonî ya Jinan û parêzer Sera Cemal eşkare kir ku yek ji kêşeyên herî girîng ên ku jin pê re rûbirû tên qalibê serdest e ku ew nikarin di mercên biryardayînê de cih bigrin û wiha û wiha pê da çû: "Têgihîştina civakê ya li ser jinê ku ji xwedîderketin û mezinkirina zarokan berpirsyar e, ji ber vê yekê yên ku ji vê têgihiştinê dûr dikevin, di nav ramanên din de weke ku li zarokên xwe xwedî dernekevin û li rola xwe ya sereke xwedî dernakevin, tên demxekirin. Zimanê diyalogê bi civakê re hewcedarî bi tevlîbûna rast a mêran jî heye. ji ber ku ev jiyanê dewlemend dike û nahêle rewş veguhere nakokiya di navbera zayendan de."

'Divê jin di qada aborî û qanûnî de bên bihêzkirin’

Sera Cemal di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser riyên çareseriyê û wiha got: "Çareseriyên herî girîng ên ji bo çareserkirina çanda civakê ew e ku rêxistinên civaka sivîl xebatên bilindkirina hişmendiyê li ser rola rast a jinê di civakê de bimeşînin. Girîngiya karkirina li ser qanûnên ku jinan diparêzin û piştgiriya hebûna wan a bi ewle di qada giştî de dikin. Hêza nerm jî rolek girîng dilîze ku divê di piştgirîkirina pirsgirêkên jinan de were teşwîqkirin. Bernameyên perwerdehiyê di piştgirîkirina pirsgirêkên jinan de rolek sereke ya civakê dilîze. Însiyatîfên civakê û rêxistinên jinan di bihêzkirina jinan de di warê aborî, qanûnî û yên din de jî roleke mezin dilîze."