Li Misrê gel ji bo piştevaniya bi Filistînê re meşiya

Bi armanca piştgirîdayîna doza Filistînê û şermezarkirina sûcên Îsraîlê piştî êrîşa li ser nexweşxaneya El Mamedanî (al-Ehli Baptist) a Xezayê ku bi sedan kesan jiyana xwe jidest dan li Misrê meşek girseyî hat lidarxistin.

Qahîre – Li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê li gelek welatên Rojhilata Navîn bertek didomin. Bi sedan welatî li Kolana Abdel Khaleq Therwat li ber Sendîkaya Rojnamegeran kom bûn, bi hêrs sûcên ku li dijî Filistîniyan tên kirin şermezar kirin. Ji bo rawestandina bombebarana Îsraîlê û dûrxistina ji qetlîamên li Xezayê, daxwaza mudaxeleya navneteweyî kirin.

Endamên Encumena Sendîkaya Rojnamegeran roja 18ê Cotmehê, bi beşdariya gelek kesên  siyasetmedar, kesayet û nûnerên piraniya tevgerên siyasî û  hijmarek ji welatiyan li ser pêlikên keleha azadiyan rawestiyan û kuştina zarok û sivîlan a bi hovane şermezar kirin.

Her wiha bi dirûşm û pankartan ev êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê şermezar kirin. Bi dirûşm û pankartan daxwaza rawestandina qetîlama li Xezayê hat kirin. Xwepêşenderan gelek dirûşmên cuda qîriyan.

Her wiha di xwe pêşandanê de gel dîmenên zarokên ku di nexweşxaneyê de hatine kuştin rakirin û bi cil û bergên Filstînî meşiyan.

Beriya xwepêşandanê komîteya karûbarên Ereb bi serokatiya Husên El-Zenatî sempozyûmek li dar xist bi beşdarbûna Balyozê Filistînê yê Qahîreyê û hijmarek ji kesayetên gîştî û Filistînî tê da bûyera ku li axa Filistînê diqewîme şermezar kirin.

Li dijî binpêkirinan îmze tên komkirin

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl dest bi komkirina îmzeyan kirin ji bo şermezarkirina tawanên Îsraîlê li dijî gelê Xezayê tên kirin. Piştî bombekirina Nexweşxaneya Baptist a ku tê de gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesên bêguneh ên li wê nexweşxaneyê diman mirin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî kir ku xwedî li gelê Filistînê derkeve û rêgezên hiqûqa mirovî ya navdewletî bi cih bîne. Her wiha daxwaz kirin ku berpirsyarên van tawanan li gorî qanûna Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên cezakirin.