Li Misrê di 3 mehan de 60 jin hatin qetilkirin, 140 jin rastî şîdetê hatin

Li Misrê, bi daneyên der barê şîdeta li dijî jinan, diyar bû ku di çaryeka yekemîn a salê de 60 jin hatine qetilkirin, 10 jin di kêliya dawî de ji kuştinê rizgar bûne û 140 jin rastî şîdetê hatine. Li welatekî ku êrîşên li dijî jinan dijwar in, kesên kiryar dîsa yên herî nêz in

.
Misir - Raporek bi navê "Li Misrê li dijî jin û zarokan rêjeyên tundî û tawanan" ji hêla Çavdêriya Tundiya Li Dijî Jin û Keçan, girêdayî Weqfa Edrak Pêşketin û Wekheviyê hat weşandin. Di raporê de, diyar bû ku 140 jin di 3 mehên destpêkê yên 2021’ê de rastî gelek cureyên tundiyê hatine û hat diyarkirin ku 60 jin hatine kuştin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku 10 jin di gava dawî de ji kuştinê rizgar bûne.
17 jin rastî destavêtinê hatin
Di raporê de hat gotin ku gelek jin di bin navê xwekuştinê de mirine û bi van gotinan êrîşên li dijî jinan hatin rêzkirin; “20 jin di 3 mehên destpêkê yên salê de neçarî xwekuştinê bûn. Wekî din, 6 jin ji ber şîdeta li wan hat kirin astengdar man, 17 jin rastî destavêtinê hatin û 14 jin jî hatin îstîsmarkirin. Li Misrê du bûyerên sinetkirina jinan jî qewimîn."
Kesên kiryar dîsa yên herî nêz in
Li gorî raporê, rêjeya jin û zarokên ku ji hêla endamek malbatê yan hevserê xwe ve hatine kuştin di serê lîsteyê de bû. Rêjeya birînên ku dibin sedema şikestin û birînên kûr û astengiyên daîmî yan demkî di rêza duyemîn de bû. Rapor radixe ber çavan kun li gorî xala 242 a Qanûna Misrê, zilamên ku dubare tawanên tundîtûjiyê dikin, tevî cezayên giran digrin jî dîsa dubare dike. 
Li bajaran rêjaya şîdetê zêdetir e 
Di raporê de, hat diyarkirin ku ji sedî 15,7 jinên di navbera 19-30 salî de rastî şîdeta zayendî hatine, ji sedî 72 tawanên şîdetê yên hatine dîtin li qadên bajarî ji sedî 72 rêjeya sûcê li dijî jin û keçan zêde bûye û ji sedî 27 jî li deverên gundewarî hatiye pêkanîn.
Ji aliyê navenda çavdêriyê ve diyar bûye ku binpêkirinên di sê mehên destpêkê yên salê de qewimîne, tenê hejmarên ku ji serlêdanên fermî hatine girtin in hew wiha rapor jî li gorî van agahiyên di çapemeniyê hatine berhevkirin hatiye amadekirin.