Li Misrê daxwaza xelatkirina jina dîmenê mêrê tecawîzkar girtî

Di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî de, malperên tora civakî li Misrê daxwaz kir ku jina dîmenê mêrek ê dixwest zarokek keç tecawîz bike girtî bin qeyîdên kamerayê û li wê weke “Xanima kamera” yê tê zanîn were xelatkirin.

 
Qahîre – Di 8'ê Adarê de, li ser medyaya civakî, vîdyoya zilamek ku li taxa El-Meadî ya paytexta Misrê Qahîreyê, di ketina avahiyek de hewl da tecawizê zarokek keçek a dehsalî bike rastî jinek di laboratura analîzê ya li heman avahiyê de bû hat. Jina xebatkara laboratuarê, bi kamerayê dîmenê wî kişand û di medyayê de weşand. 
Li gorî malperên tora civakî, perteka jinan kêm e û ne asayî ye. Ji ber ku di rewşên wiha de, li ser gelê Misirî bawerî û tirsa rûreşiyê serdest dibe. Lê belê digotin ku 'Xanima kamerayê' wekî lehengan bi tena serê xwe bi tacîzkar rû bi rû maye û vîdyoya ku kişandiye di malperên medyayê de weşand da ku hêzên ewlehiyê karibin wî bigirin.
Gelek şîroveyên ku pesnê rola 'Xanima Kamîra' ya ku keçika biçûk ji vî kiryarî xelas kir hatin belavkirin û gelekan wê wekî qehremana Roja Jinên Cîhanê bi nav kir û daxwaza xelatkirina wê kirin.
Piştî ku nasnameya tawanbar diyar bû, hat girtin û niha di bin lêpirsînê de ye. Li gorî lêkolînan diyar bû ku ew di şîrketek mezin de karê muhasebeyê dike, zewicandî ye û du zarokên wî hene.