‘Li Misirê jinan textê baviksalariyê hejandin’

Parêzera temyîzê Abeer Hamdî, diyar kir ku jinan bi şiyarî û hayjêbûna civakî textê fikrên baviksalar hejandine û behsa têkoşîna xwe ya ji bo guherîna zagonan kirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre– Li Misirê têkoşîna ji bo guhertinên zagonî yên tevgeren ku mafên jinan diparêzin berdewam dike. Parêzera temyîzê Abeer Hamdî, got ku çend pêşniyarên zagonî yên di nav wan de Zagona Rewşa Kesane ya tevgera femînîst Zagona Têkoşîna bi Şîdetê ya Hevgirtî jî hene, pêşkêşî meclisê kiriye.

‘Rêzikên di CEDAW’ê de nayên bicihanîn’

Abeer Hamdî bal kişand ser girîngiya Peymana Pêşîgirtina her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) û got: “Peyman tekane riya hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo her cure cudakariya zayendî ya li ser jinan rake û mafên wan biparêze standartên zagonî anîne ber hev û ji bo dewletên alîgir derbasdar e.” Abeer Hamdî bal kişand ku dewletên ê peymanê îmze kirine li gorî pêwistiyên wê tevnagerin û got: “Jin tevî vê peymanên jî rastî gelek binpêkirinên mafan û her cure şîdetê tên.”

‘Sala par gelek destkeftî çêbûn’

Abeer Hamdî bal kişand ku ligel tevgerên mafên jinan parastin, hem li ser zagonan hem jî peymanên cur be cur bandorê çêkirine û ev agahî dan: “Em hêvî dikin ku îsal em berhemên van hewldanan bigrin. Xebata li ser mewzûatan, dem, kedê û tecrubeyan dixwaze. Di warê mewzûatê de sala par destkeftiyên girîng çêbûn. Di merheleya piştî vê de ez difikirim ku dê piştî van guherînan rewş baş bibe. Zagon bi taybetî di warê serxwebûna jinan de bi mijarên tevlihev dagirtî ne. Divê di zagonan de pîne neyên kirin, bi temamî werin guhertin. Divê rola jinan ji nedîtî ve neyê. Jinan di saziyên civaka sivîl de saleke bi xebat derbas kirin. Ger di meclisê de hejmara jinan zêde nebûya dê rêxistinên femînîst pêşnûmeya zagonê nikaribûna bibin meclisê.”

‘Jinan bandorek mezin çêkirin’

Abeer Hamdî bal kişand ku bi civakê re di warê zagonan de bandorek baş an jî pêşketinê nedîtiye û wiha got: “Lê em dikarin bibêjin ku jinan bi şiyarî û hayjêbûna civakî textê fikrên baviksalar hejandin. Li aliyê din di rapora ku hat amadekirin de agahiyên ji bo riyên zagonî derketin holê. Bi taybetî ji bo jinên ku rastî îstîsmarê hatine, derfetên qeydkirinê, li gorî salên borî baştir bûn û ev yek jî di riya guherîna radîkal de bû gaveke mezin.”

‘Zagon bi awayê adil derfet ji bo mafan didin’

Parêzera temyîzê Lamia Farouk Muhammad jî got ku bi armanca di nava malbatê de li ser avakirina riyên mewzûatên adil nîqaş bikin, pêşnûmeya Zagona Statuya Kesane girtine rojeva xwe. Lamia Farouk, da zanîn ku sala par li ser zagonan gelek xebatan kirine û wiha got:

“Jin ji bo ku li dijî şîdetê pêşnûmeya zagona hevgirtî nîqaş bikin, ketin nava hewldanan. Ez di wê baweriyê de me ku saziyên cur be cur ên li welat, ji bo zagoneke adil, çi ji wan hat kirin. Têkildariya bi zagonan re, lêkolînkirina riyên guhertina di mewzûatê de zêdetir îstîqrarê çêdike û bi awayê adil riya gihîştina mafan vedike. Ji ber ku nîqaşa li ser guherînên mewzûatê girîng e.”