Li Misirê gorek hespê şer a 3 hezar salî hate dîtin
Li Tell El-Abqainê gora hespê şer û stelên hiyeroglîfîk ên Serdema Qraliyeta Nû hatin dîtin; ev keşif rola leşkerî û jiyana kelehên sînorî yên wê demê ronî dike.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Berhemên berê ê Misirê ragihand ku li Tell El-Abqain, di dema kolandinên arkeolojîk de, goreke hespê şer a ku dîroka wê digîhîje serdema Qraliyeta Nû ya di navbera salên BZ 1570 û 1069 de, hate dîtin.
Tê texmînkirin ku gor a hespek yê di şer de ye
Gora ku di asta merasîmê de, tê texmînkirin ku ya hespek ku di çalakiyên leşkerî yên wê demê de dihat bikaranîn e. Hate diyarkirin ku ev keşif agahiyên nû derbarê girîngiya sembolîk a hespên şer û fonksiyona leşkerî ya kelehê de peyda dike.
Di kolandinê de perçeyek ji stelek aîdî Firewn Merenptah, kurê Ramses II, hate dîtin. Nivîsar bi nivîsên hiyeroglîfîk hatiye nivîsandin û hêza hukumdar bi Seth û xwedayê afirîner Ptah re berawird dike. Stelên din ên ji kevirê kilsinî hiyeroglîfên têkildarî Merenptah, tacgirtinê Ramses II û Horus ku wek parêzvanê xanedanan tê hesibandin, cih digre.
Di salyoyan de firaxên seramîk hatin dîtin
Arkeolog her wiha li dora kelehê qadeke niştecihbûnê ya mezin ji kerpîçên heriyê, salyayên genim û firneyên ax ên ku ji bo hilberîna seramîkê dihatin bikar anîn keşf kirine. Di salyoyan de firaxên seramîk ên mezin ên ku genimên şewitî tê de hebûn hatin dîtin.
Li gorî pisporan, ev dîtin ne tenê fonksiyona leşkerî ya kelehê ye, di heman demê de jiyana rojane ya niştecihên wê û plansaziya bajarî ya pêşketî jî eşkere dike. Kolanên ku ber bi rojhilat-rojava û bakur-başûr ve dirêj dibin, nîşan didin ku di nav avahiyên parastinê de wargehek plansazkirî heye.
Tê payîn ku ev dîtin girîngiya stratejîk a sîstema parastinê û kelehên li ser sînorê rojavayê Misirê di dema serdestiya Remses II de çêtir fam bikin.