Li Minbicê di navbera çeteyên destdirêjî li keçikek biçûk kirin û gel de pevçûn derket

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) aşkera kir ku piştî çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Minbicê destdirêjî li keça 7 salî kir, eşîrên Ereban serî rakirin. Pevçûnên ku piştî bûyerê di navbera eşîrên Ereb û çeteyan de destpê kirin, didomin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Li Minbica ku piraniya Kurdan jê derketine, çeteyên girêdayî dewleta Tirk talankirina malên gelê Ereb, revandin  û kuştina mirovan didomîne.

Piştî ku çeteyên girêdayî Artêşa Muhafizên Sûriyê (SMO) keça 7 salî revandin û destdirêjî lê kirin, di navbera eşîran û çeteyên El Amşat de şerek dijwar derket. Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji ber şer di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk koma El- Amşat û eşîra El Boban de derketine û ji herdû aliyan kuştî hene. SOHR’ê da zanîn ku civaka Ereb a li herêmê, li dijî tiştên ku çete dikin bertek nîşan da û tansiyon bilind bû. SOHR’ê ragihand piştî ku revandina keça 7 salî û destdirêjiya lê hatiye kirin derket holê, dem bi dem pevçûn çêbûn. Li gor daxuyaniya SOHR’ê têkildarî mirî û birîndaran de tu agahî nehatine girtin.

Çete mirovan direvîne û dikuje

Li gora agahiyên hatine girtin, komên bi çek ên ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de cih girtin, li bajarê Minbicê bi ser malek nêzî dibîstanê de girtin. Komê mêrek ciwan girt, ew bir ser riya El- Cezîre, li vir bi guleyan kuşt. Li gor agahiyan koma girêdayî SMO’yê revandin û kuştina mirovan  didomîne.

Xwediyê malê bi 3 guleyan qetil kirin

Hat hînbûn ku li taxa El-Sarb ya Minbicê kesek li mala xwe bi guleyan hatiye qetilkirin. Çeteyên ku dewleta Tirk  piştevaniya wan dike li nêzî dibîstana Qasr Banat El-Arab bi ser malek de girtin. Di navbera çeteyê û civaka Ereb ku bertek nîşanî serdegirtina malan û diziyan daye de pevçûn derket. Çeteyên ku ji ber talan û diziyê çûne malekê di navbera xwediyê malê yê Ereb Halia Abbo û çeteyan de şer derket û çeteyan sê gule berî Abbo dan û ew qetil kirin. 

Xelkê bi darê zorê ji cihên wan dikin

Çeteyên girêdayî SMO ku di bin navê ‘leşkerên polîs’ de hatine rêxistinkirin, ji dema ku kontrola Minbicê bidest xistine heta niha, hejmarek zêde sivîl înfaz kirin. Çeteyên ku malên Ereb, Tirkmen û Kurdan dikin hedef, gelek kesan bi hinceta ku alîkarî dane Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi zorê ji cihên wan dikin.