Li Mexribê xebatên pirojeya wekheviya zayendî despêkir
Ji ber ku sînema hin caran qalibê jina ku di bin bandora çanda civakê de ne nîşan dide, komeleyên jinan ên Mexribê hewl didin ku ji sînemayê sûd werbigirin û ji bo xizmeta hin armancan bikar bînin.
Mexrib - Di çarçoveya amadekariyên ku ji aliyê civaka sivîl ve hatine kirin, kampanyaya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û roja cîhanî ya mafên mirovan ku ji 25'ê Mijdarê destpê dike dê heta 10'ê Kanûnê berdewam bike. Di çarçoveya vê xebatê de li Mexribê sê komeleyan dest bi projeyek a bi armanca wekheviya sînemayê kirin.
Bi rêka sînemayê hewldanên avakirina wekheviya zayendî
Di 20'ê Mijdarê de Komeleya Geşedanê ya Nîmet dê bi hevkariya komeleya Sînema ji bo hemiyane û li herderê ye û komeleya Munteda El-Mecazî li bajarê El-Kasir ê Bakurê Mexribê, di çarçoveya civîneke li ser înternetê hat lidarxistin. Dê komek pispor û hevkar beşdar ji bo despêkirina pirojeyek nû ya bi navê "Sînema di xizmeta wekheviyê de ye" ev jî wê bi piştgiriya sefareta fransa li El-Rebat bê lidarxistin.
Piroje armanc dike ku bi rêka sînema û medyaya deng û reng, çanda wekheviyê di navbera jin û mêr de û taybetî di nav ciwana de belav bike, li ser bingehê bikaranîna tecrûbeyên komeleyên hevkar di qada sînema û parastina mafên jinan de. Her wiha xurtkirina bingehê ciwanan ji bo xebatên deng û reng yên li ser wekheviya zayendî û organîzekirina pêşbirkek ji bo hilbijartina berhema herî baş.
"Sînema di xizmeta wekheviyê de ye"
pirojeya "Sînema di xizmeta wekheviyê de ye" beşdarî nava armancên komeleyên ku beşdarî projeyê dibin. Bi hewldanê tekoşîna li dijî her cureyên şîdeta zayendî û cûdakarî a li dijî jinên Mexribê, ji ber ku huner bi giştî û sînema bi taybet weke yek ji mekanîzmayên ku dikare wekheviya di navbera jin û mêran de bide avakirin û nerînên cûdakariyê ji holê rake ye.