Li Mexribê pîra 70 salî ji aliyê kurê xwe ve hat xeniqandin
Du sûcên li pey hev kolanên Mexribê dihejînin. Di 8'ê Tebaxê de li bajarê Meknesê yê Bakurê Mexribê jineke 70 salî ji aliyê kurê xwe ve hat xeniqandin.
Navenda Nûçeyan - Li Bajarê Meknes ê Mexribî mêrek kujer diya xwe bi têlên televîzyonê xeniqand. Ev bûyer li ser medyaya civakî gelek hat bihîstin û bû sedema nerazîbûnan.
Hat ragihandin ku rayedaran bersûc girtin û li gorî rojnameya herêmî "Hespress" temenê tawanbar li dora 40 salî ye û bi salan li Îspanyayê jiyaye, piştî ku nexweşiya derûnî pê re çêbûye vegeriyaye Mexribê.
Li gorî vîdyoya ji cîhê bûyerê li ser Facebook belav bû, hin cîranan behs kirin ku kurê wê nexweşê derûnî bûye û diya xwe bi têla televîzyonê xeniqandiye. Welatiyan bang li rayedarên fermî hat kirin ku hejmara nexweşxaneyên derûnî zêde bikin lewre ji ber zêdebûna van nexweşiyan civak bi xeterê re rûbirû ye.
Di nava hefteyekê de li Mexribê du sûcên bi vî rengî çêbûn, di her du bûyeran de jî du mêran dayikên xwe kuştin. Çend roj beriya vê bûyerê polîsên Mexribê mêrê ku li Mexribê dayika xwe serjê kiribû û bi serê wê li kuçeyên bajarê Dar EL-Ebeyda geriyabû girtibûn.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Neteweyî, bi sûcdarê li Dar EL-Ebeyda re jî nîşaneyên nexweşiya derûnî hene.