Li Mexribê kujerê diya xwe qetil kirî hat girtin

Polîsên Mexribê di 5'ê Tebaxê de mêrek kujer ê Mexrbî ku dayika xwe di 4'ê tebaxê de kuştibû û paşê jî serê wê ji bedena wê kiribû, hate girtin.

Mexrib- Li gorî rapora Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Neteweyî diyar kirin ku kujer 32'i salî ye û beriya nilha bi sûcê terorê hatibû girtin û weke nexweşê derûnî dihat zanîn. piştî lêgerîneke  berfireh ji hêla hêzên ewlehiyê ve cenazeyê jina hatî qetilkirin hate dîtin. Her wiha kujer li devereke vala nêzî taxa Selam a bajarê Dar EL-Ebeyda hate girtin.
Bajarê Dar EL-Ebeyda bi vê bûyera hovane hejiya ku mêrê kujer dayika xwe kuşt, paşê jî serê wê yê ji bedena wê kirî girt destên xwe û di nav welatiyan de geriya, paşê jî serê diya xwe li deverek vala hişt û ji ber çavan winda bû. Kesên ku ev rewş dîtin şoq derbas kirin û di heman demê de rayedarên ewlehiyê agahdar kirin ku sûcdar bigrin. 
Piştî lêgerîna rojekê hêzên ewlehîyê xwe gihandin cihê kujer û ew girtin.