Li Mexrîbê karker li dijî ‘pêşnûmeya zagona grevê’ li qadan in
Pêşnûmeya zagona birêkûpêkkirina grevên li Mexribê yek ji mijarên herî girîng e ku niha di navbera hikûmet û sendîkayên karkeran de dibe sedema nîqaşan.
HENAN HERÊT
Mexrib – Projeya zagona birêkûpêkkirina grevên li Mexribê ji destpêka wê ve bûye sedema gengeşeyên berbelav. Deh sal berê hikûmetê yekem car di destpêka sala 2015'an de pêşkêşî parlamentoyê kir. Ji wê demê ve proje di nava refên cuda de li ser naverok û bandora wê ya li ser mafên sendîkayan li ser refikan ma. Di Tîrmeha 2024’an de hikûmetê dîsa xist rojeva parlamentoyê. Nîqaş nû kir û di navbera sendîkayan û hikûmetê de alozî derket. Ger ev proje were pejirandin dê di rojnameya fermî de bê weşandin û bikeve meriyetê. Ev yek dê di têkiliyên hikûmet û sendîkayan de bibe xalek diyarker.
Armanca projeya pêşnûmeya zagona ku grevê birêkûpêk dike ew e ku hevsengiya di navbera mafên karkeran, berdewamiya dezgeh û xizmetguzariyan de misoger bike. Sendîka jî wê weke projeyek ku tê de mafên destûrî sînordar dike, dibînin. Karkerên jin herî zêde para xwe ji vê zagonê digrin. Jin bi grevê hewl didin sûdê bigrin.
'Projeya zagona grevê mafên karkeran sînordar dike'
Endama Yekitiya Pêşverû ya Jinên Tûnisê Zehra Mihsên dibêje: "Projeya zagona grevê bi awayê xwe yê nû hewl dide mafên karkeran sînordar bike û wan bêdeng dihêle. Ev proje azadiya daxwazên îfadekirina karkeran sînordar dike û ji bo organîzekirina grevan jî şert û mercên giran daniye. Ev yek jî ji sandîkayan re astengiyan derdixe. Ev proje berevajî ya ku di destûra Mexribê de di xala 29'an de hat destnîşankirin, ku destûr di çarçoveya rêzgirtina mafên mirovan de mafê grevê ji bo welatiyan weke mafekî bingehîn dixe bin temînatê. Proje di rewşa xwe ya niha de weke astengkirina mafê grevê tê dîtin. Ev proje ragihandina grevê aloz dike, ji ber ku pêwîstî bi agahdarkirina serokwezîr û gelek aliyan heye. Ev yek jî sînordarkirina vê mafê ye."
'Kedkar ji bo parastina mafên xwe dikevin grevan'
Zehra Mihsên diyar kir ku yên dest bi grevê dikin kedkar in, ji bo parastina mafên xwe tu riyên din nabînin. Zehra wiha qala mafên kedkaran kir: "Kedkarên ku herî zêde mexdûr bûne û zirarê dibînin dest bi grevê dikin. Ev zagon şert û mercên qedexeyê ferz dike ku ji bo jinên di qadên ne fermî yan jî li malê dixebitin nikaribin mafên xwe bistînin. Pêvajoyên ku ji hêla zagonê ve tên xwestin gelek caran dihêlin kedkar neçar bibin cezayên darayî ku digihîje 50 hezar dîrhem yanî bi qasî 5 hezar dolar, bidin. Cezayên darayî yên bilind jî dihêle ku kedkar ji mafê grevê bêpar bimînin û gelek caran jî ji kar tên derxistin. Pêşnûmeya zagona grevê rastiya dijwar a karkeran di ber çavan re derbas nake. Karkerên jin di şert û mercên giran de û bi mûçeyên herî kêm dixebitin."
'Astengkirina grevê parastina rawa asteng dike'
Zehra Mihsên destnîşan kir ku mafê grevê li Mexribê beriya sendîka bên avakirin hebû û wiha domand: “Ew jî riya têkoşîna neteweyî ji bo azadiya welat bû. Divê îro jî ew ruh bê parastin ji bo misogerkirina mafê kedkaran û destkeftiyên wan. Pêşnûmeya grevê bi şeklê heyî wê bandorên mezin li ser kedkaran bike. Ji ber ku ew dihêle di mafên xwe yên rawa yên grevê de dijwariyan bijîn. Niha zagonek me heye, mafê grevê birêkûpêk dike. Grev ji bo karkeran weke wesîleya parastina mafên xwe ye û dema ku tê astengkirin kareker ji parastina rewa bêpar dimînin."
'Divê mafên karkeran bê parastin'
Zehra Mihsên tekez kir ku Yekitiya Mexribê ji cihên pêwendîdar re nameyên xwe şandine û got: "Ji bo projeya zagona grevê ji wezareta kar re name hat şandin û di pêşgotinê de bal kişandin ser girîngiya zagonê bi prensîbên destûra Mexribê, peymanên navneteweyî û bi peymanên rêxistinên kar ên navneteweyî re hevseng bibe. Her wiha tê de qala dîroka tevgerê sendîkayên Mexribê û destkeftiyên ku di qada grevan de bi dest xistine kirin. Daxwazên bingehîn ên sendîkayan ew e ku têgeha grevê bê danasîn û mafên hemû kedkaran were misogerkirin. Divê hemû awayên grevê bên parastin ji grevên hevgirtinê bigre heya grevên siyasî, dorveger û yên din. Her grevek xwedî rolek girîng e di parastina mafên kedkaran de."
'Xwedî li têkoşîna ji bo parastina mafên xwe derkevin'
Zehra Mihsên di dawiyê de ji hemû jinên kedkar xwest xwedî li têkoşîna xwe derkevin û got: "Bang li hemû jinên kedkar dikim ku xwedî li têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên xwe derkevin. Divê jin di warê zagonên ku bandorê li wan dikin de hişyar bin. Hevgirtinên di navbera jinan de divê bên xurtkirin. Ji ber ku hêza me wê yekitiya me ava bike. Divê em li dijî kêşeyên destûran û civakî xwedî helwest bin."