Li Mexribê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekuç hat qetilkirin
Li Mexribê mêrê êrîşkar hevjîna xwe li ber çavê zarokên wê bi darbên çekuç qetil kir.
Mexrib – Di roja dûyem a remezanê de berî fitarê bi çend deqeyan li bajarê Ekadîr ê Mexribê yê dikeve Başûrê Mexribê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve li ber çavê zarokên xwe bi îşkencê hat qetikirin.
Çavkaniyek herêmî xwe gihand ajansa me û li ser bûyerê agahî da, li gorî agahiyên dane di navbera her duyan de gengeşe çêbû, dema nîqaş dikirin mêr aciz dibe û dest davêje çekuç, bi êrîşkarî diçe ser serê jinê bi darbên çekuç serî û ruyê wê diperçiqîne heta di nava destê wî de nefesa dawî dide. Pişê mêrê êrîşkar jehra mişkan dixwe û dixwaze dawî li jiyana xwe bîne.
Li gorî eynî çavkaniyê piştî agahdarkirinê hêzên ewlehiyê berê xwe dan cihê bûyerê û mêrê jehir vexwarî rakirin nexweşxanê. Cenazê jina hatî qetilkirin jî ji bo otobîsiyê rakirin Nexweşxana EL-Cimhûrî EL-Hesen a Herêma Bakadîr.
Girêdayî bûyerê lêbirsîn hat despêkirin.