Li Mexrîbê jinek bi keça xwe ve hat qetilkirin

Li bajarê Sila yê Mexribê ji ber sedemên nediyar mêrekê bi çeka nêçîrê hevjîn û keça xwe kuşt.

Navênda Nûçeyan – Li bajarê Sila nêzî paytexta Mexribê mêrê 54 salî hevjîna xwe ya 45 salî û keça xwe ya 24 salî bi çeka nêçîrê kuşt. Li gorî daxuyaniya rêveberiya giştî ya bajar da diyarkirin ku du kes hatin qetilkirin û şopa guleyan ji  tivinga nêçîrê kişandine, her wiha di serê mêrê kujer de li cihê buyerê hate dîtin ku li bin stûyê wî şopên birînên guleyan hebû û di Muayeneyên destpêkê de diyar bû ku destpêkê xwestiye xwe bi kuje.

Di demê karantînayê de şîdeta li ser jinê zêde bûye

Di dema karantinayê de li gora daneyên giştî nêzî 892 giliyên tunditujiyên cûr be cûr li ser jinê hatine tomar kirin û ev dide diyarkirin ku tundiya li beramberî jinê her roja ku diçe zêdetir dibe. Li gor Mecilisa Niştimanî ya Têkoşîna li dijî Sûcan di sala 2020'an de nêzî 16,461 bûyerên destdirêjiyê hatine jiyîn, ev hejmar li gorî sala 2019 nêzî ji sedî 15.4 zêde bûye.