Li Mexrîbê jin ji bo xebatên dema nû ya têkoşînê amade ne
Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê di dawiya sêyemîn kongreya xwe ya neteweyî de tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi xurtkirina hevgirtina di navbera jinan de û berdewamiya xebata xwe ya ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê kir.
HENAN HERAT
Mexrîb – Sendîkaya Karkerên Mexrîbê yek ji rêxistinên li pêş e ku li dijî pirsgirêkên ku jin dijîn têdikoşe û pêşengiyê ji avakirina yekemîn rêxistina sendîkayî ya jinên Mexrîbê re kir. Di 11’yê Nîsana 1962’yan de yekemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê ji bo damezrandina yekîtiyê hat lidarxistin.
Bi dirûşmeya “Em jin bi hêza xwe ya rêxistinî ji bo rûmet, wekhevî û edaleta civakî guhertinê ava dikin” Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê ya girêdayî Sendîkaya Karkerên Mexrîbê di navbera 18-19 Çileyê de sêyemîn kongreya xwe ya netewî lidar xist. Di kongreya sêyemîn a Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê de jinan bal kişandin ser berdewamkirina xebatên bihêzkirina piştevaniya di navbera jinan de û pêkanîna wekheviyê. Di kongreyê de Amal Omarî weke seroka Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê hat hilbijartin.
Têkoşîna li dijî her cure tundiyê
Endama komîteya amadekar a kongreyê Hadîce Gmîrî diyar kir ku ew her cure tundî û cudahiyê li ser jinan di kar û civakê de bi giştî red dikin û tekezî li ser derxistina yasayan kir ku jinan ji tundiya zayendî biparêzin.
Beşdaran rêyên bihêzkirina rola yekîtiyê di parastina mafên jinan de gotûbêj kirin û bi taybet di nav tevgerên sendîkal, yasayî û siyasî de tekezî li ser giringiya hevgirtina jinan di hemû waran de kirin.
Parastina rewa nîqaş kirin
Di vê derbarê de endama komîteya amadekar ya kongreyê Hadîce Gmirî diyar kir ku jinên kedkar di sektora çandiniyê de bi taybetî jî jinên cotkar rastî kêmasiyan û şert û mercên zehmet ên kar tên. Hadîce Gmirî wiha got: "Di vê kongreyê de me li ser pêwîstiya başkirina şert û mercên kar û dabînkirina mafên wan ên bingehîn weke mûçeyên adil, ewlehiya civakî û parastina rewa gotûbêj kir."
‘Jin bi cihêkariyê re rû bi rû tên’
Hadîce Gmirî got ku jinên cotkar ji şert û mercên zehmet ên xebatê yên di zeviyên çandiniyê de heta nezanîna tevkariya wan a di aboriya neteweyî de rastî binpêkirinejê dualî tên. Hadîce Gmirî got ku yek ji mezintirîn kêşeyên ku ev jin pê re rû bi rû dimînin şert û mercên ne ewle yên veguheztinê ye ber bi cîhên wan ên kar ve, ku ew bi gelemperî rastî qerebalix û muameleya xirab tên.
Hadîce Gmirî tekez kir ku ev pêkanînên dijmirovahî ji ber nebûna tedbîrên ewlehiyê jiyana jinan dixe metirsiyê. Hadîce Gmirî diyar kir ku ew bi taybetî di rê de rastî metirsiyên wek diziyê tên. "Em hemû cureyên tundî û cudakariya li ser jinan, li cihê kar û bi giştî di civakê de red dikin."
Pêdivî bi parastina jinan ji şîdetê heye
Hadîce Gmîrî anî ziman ku ji bo parastina jinan ji şîdeta zayendî divê qanûn bên derxistin û mekanîzmayên parastina rewa bên destekkirin. Her wiha diyar kir ku ji bo wekheviya zayendî di hemû waran de, di nava kar, perwerde û siyasetê de jî di nav de, divê polîtîkayên giştî bên qebûlkirin.
Hadîce Gmîrî daxwaz kir ku di hemû qadên aborî û civakî de derfetên wekhev ji jinan re bê dayîn û bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan bi taybetî di nava tevgerên sendîkal û qanûnî yên pêşverû de.
Jin rolekê girîng dilîzin
Hadîce Gmîrî da zanîn ku sendîkayên jinan di xurtkirina mafên jinan de roleke girîng dilîzin û got: “Divê beşdarbûna jinan di xebatên sendîkayan de weke amûreke bingehîn ji bo bidestxistina wekheviya civakî û aborî were dîtin. Jinên sendîkal bi afirandina girêdanek xurt di navbera jinên kedkar û daxwazên civakî û qanûnî de, platformek ku jin bi awayekî komî pirsgirêkên xwe bînin ziman û ev yek bandora xwe li ser platformên cuda yên siyasî û aborî zêde dike.”
Kongre bi soza berdewamkirina xebatên ji bo bidestxistina mafên jinan û dabînkirina edalet û wekheviyê bi dawî bû. Hate diyarkirin ku di dema pêş de wê ji bo destekkirina têkoşîna berdewam a jinan û ji bo civakek adiltir xebatên xurt bên kirin.