Li Mexribê jin ji bo nûnertiyek rast a siyasî têdikoşin
Li Mexribê, guherîna herî dawî ya wezîran û piştî hilbijartina buroya şêwirmendan, jin careke din li ser rêgezên wekheviyê nîqaş dikin. Jin diyar dikin ku bihêzbûna rast a siyasî tenê bi pejirandina hebûna wan pêkan e.
HENAN HART
Mexrib – Li Mexribê guherîna herî dawî ya wezîran û nûnertiya jinan di konseya şêwirmendan de, li welat têkoşîna jinan a mafan careke din kir rojev. Aktivîsta mafên mirovan û endama Komeleya Demokratîk a jinên Mexribê Hatîce Al- Rabah der barê beşdariya jinan a di siyasetê de û kêmaniyên di mijara pêkanîna rêgeza wekeheviyê de nirxandin kir.
Xetîce Al-Rabah, diyar kir ku tevî pêşbîniyên rêgezên wekheviyê yên destûra bingehîn a Mexribê, ev rêgez di çêkera hikumetê de û di konseya şêwirmendan de bi qasî pêwîst, nehatiye teyîsandin. Xetîce Al-Rabah bal kişand ser kêmaniya wezîran û kêmaniya jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de û xwest ku di vê mijarê de tedbîrên pêwîst werin girtin.
‘Di hikumeta nû de 6 wezîr cih digrin’
Xetîce Al-Rabah da zanîn ku Mexrib, di demek nêz de bûye şahidê berfirehiya guherîna wezîran ku hejmara wezîrên hikumetê ji 24’an bûye 30. Bi vê guherînê re, 14 wezîrên nû dest bi erka xwe kirin. Di hikumetê de 6 wezîrên jin cih girtin. Ev rêje ji bo jinan bi temamî şikestina xeyalan bûye û wiha got: “Em li benda guherîna vê hikumetê bûn lê belê şikestina xeyalan ava kir. Em negihîştin tişta em li bendê bûn. Kompozîsyona hikumetê bi awayê teyisîna ji sêyan yek bû.”
‘Îradeya pêwîst nîn e’
Xetîce Al-Rabah xwest zêdetir jin beşdarî siyasetê bibin û got: “Di heman demê de divê hêzên siyasî di vê mijarê de bixebitin. Weke Mexribê, li gelek welatan newekheviya zayendî, dibe sedem ku jin kêmtir di jiyana siyasî û aborî de cih bigrin. Partiyên siyasî û hikumet der barê zêdekirina hejmara jinan di siyasetê de îradeya pêwîst nîşan nedane.”
‘Divê bikevin nava tevgerê’
Xetîce Al-Rabah, bang kir divê destûra bingehîn a Mexribê guherînên rêgezên wekheviyê aktîf bike û wiha got: “Ger rêz li mekanîzmayên wekheviyê neyê girtin, wekhevî pêk nayê. Divê rewşa niha her dem hesabê bide.” Xetîce Al-Rabah ji hikumeta Mexribê xwest ji bo wekheviyê bikeve nava tevgerê û hinek pêşniyaran di perwerdeyên ku partiyên siyasî di sîstema kotayê de ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî de kir.
‘Bihêzbûn bi hebûna jinan dikare were pêkanîn’
Xetîce Al-Rabah got: “Ji bo em bigihîjin wekheviyê riyeke dirêj a ku em derbas bikin heye. Ger pêşketin çêbibe jî ne li gorî terz û leza ku em weke tevgerên jin ên li Mexribê daxwazin e.” Xetîce Al-Rabah herî dawî ev tişt got:
“Em jin tenê kursiyan naxwazin, çi dibe bila bibe, em dixwazin di pozîsyona biryargirtinê de jin hebin. Zêdetir em dixwazin beşdariyek siyasî ku bandoreke rasterast li polîtîkayan dike pêk bînin. Em dixwazin pirsgirêkên jinan di polîtîkayên civakê de û bi projeyan werin entegrekirin. Bihêzkirina siyaseta rast, encax bi hebûna jinan dê were pêkanîn.”