Li Mexrîbê jin ji bo guhertina Qanûna Malbatê dest bi pêngavê kirin
Di demekê de ku jin li bende ne zagona malbatê ya sazkirî derkeve; Komaleya Jinan bi boneya roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo guhertina Qanûna Malbatê dest bi pêngava xwe ya duyemîn kir.
RECAA XEYRAT
Mexrib – Komeleya Jinan a Mexrîbê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî kampanyaya duyemîn da destpêkirin. Komeleya Jinan bi kampanyayê armanc dike ku zextê li ser pêdaçûna Qanûna Malbatê bike.
Di çarçoveya kampanyayê de bi weşandina vîdeo û klîbên ku daxwazên komeleyê didin nasîn û li dijî belavbûna agahiyên şaş di nav gelê Mexrîbê de, xebat dimeşînin.
Seroka Komeleyên Jinan û Koordînatora Bernameyê Sîde Kûzî diyar kir ku kampanyaya ku hatiye destpêkirin berdewamiya kampanyayên berê yên li dijî komîteya nirxandina qanûna malbatê ye û got: “Komeleyê beriya niha dosyaya pêşnûmeya ku der barê guhertinên di Qanûna Malbatê de bên kirin ji komîsyonê re parve kiribû. Di vê dosyayê de prensîbên bingehîn ên wekheviyê yên wekî mafê girtina zarokan û lênêrînê, her wiha mafên aborî û mafên milkiyetê yên di malbatê de cih digire.”
‘Me di hevdîtinên xwe de pêşniyarên xwe kirin’
Sîde Kûzî wiha got: “Piştî me daxwazname der barê sazkirinan de pêşniyar kir pêngava lêvegera zagona malbatê bi riya dabeşkirina daxwaznameya bi kesên têkildar û hevkaran re destpê kir. Bi xwespartina li ser daxwaznameyê me gelek hevdîtin bi tîmên parlementoyê yên cuda û wezaretên têkildar ên cuda yên komîte jê çêdibin re kirin. Her wiha me hevdîtin bi serokatiya cîgiriya giştî û berpirsên rêveberiyê di wezareta wekheviyê de çêkirin. armanca van hevdîtinan jî pêşkêşkirina pêşniyaran bû."
‘Hin nerînên şaş ji bo zagona malbatê li kolanên Mexribê belav dibe’
Seîde Kûzî wiha domand: "Armanca van hevdîtinên di navbera komele û parlementerên jin û mêr ew e ku pêşniyaran der barê sazkirina zagona malbatê de pêşkêş bikin. Di encam de ji bo xwedî roleke bi bandor be divê daxwazên rêxistinê ji partiyan re biçin. Pêngava me pêvajoya duyemîn a xwendinê ye. Em vîdyoyeke dirêj û kin jî nîşan didin hûrgiliyan bi zimanekî hêsan ji welatiyan re wan daxwazan pêşkêş dikin. Hemû nameyên tevgerên jinan dixwazin bighînin aliyên têkildar û raya giştî werin derbaskirin. Hin nerînên şaş ji bo zagona malbatê li kolanên Mexribê belav bûne. Tê gotin ku zagona malbatê malbatan jihev bixe û jihevberdanê û gendeliyê teşwîq bike û hwd. Ev pêngav ji bo derbaskirina hin nerînên şaş gelek girîng e. Li hinek bajêran bi taybet li paytexta Rebat dixwazin ev guhertin çêbibe."
Seîde Kûzî got “Me bi rêya pêngavê li navendên stargehan ji bo kişandina vîdyoyan hewil da xwe bispêrin jinên têkildar” û wiha bidawî kir: “Em ê hevdîtinên serkeftin û xwendinê di 9-10 û 11’ê Kanûna bê de bi parlementerên jin û mêr re çêkin ji bo em daxwazên xwe bînin bîra wan."