Li Mexribê ji bo jinên rastî şîdetê hatine plansaziya stargehan

Wezareta Hevgirtina Yekbûna Civakî û Malbatê dê bixebite ku cîhên profosyonel vebike da ku xwedî li hemû jinên Mexribê yên ku rastî şîdetê hatine derkeve û plan dike ku stargehan ji wan re çêbike.

Mexrib – Di 6'ê Kanûnê de Wezîra Wezareta Hevgirtina Yekbûna Civakî û Malbatê Ewatif Heyar bersiva pirsan da û diyar kir ku dê Wezaret xwedî li jinên Mexribî yên ku rastî şidetê hatine derkeve.
Ewatif di bersivdayîna pirseke der barê mijara zêdebûna tundiya li ser jinan a ku ji aliyê koma Parlamentoyê Dad û Pêşketinê ve hat pêşkêşkirin de wiha got: "Di destpêka sala 2022'yan em ê ji bo pêşxistina sîstema stargeh û navendên lênêrînê ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine, dest bi çêkirin û amadekirina komek saziyan ji bo jinan, bixebitin bikin.Her wiha ji bo bêhêzkirina jinan di warê aborî de jî em ê bixebitin."
Ewatif diyar kir ku wê Wezaret li ser amadekirina siyaseteke niştîmanî ya yekgirtî ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan dixebite. Her wiha got ku gelek qanûn ji bo parastina jinên li Mexribê hene lê pêkanîna wan pir lawaz e.