Li Mexribê ji bo bersûcên tecawizê cezayê kêm hat dayîn

Li bajarê Tata yê Mexribê 6 kesên êrîşa zayendî li zarokek kirin sal û nîv cezayê girtîgehê girtin.Federasyona Mafên Jinan û tevna hevgirtinê ya jinan diyar kirin ku ev biryar cesaretê dide sûcdaran û xwestin di dema temyîze de ev ceza were sererastkirin.

Mexrib- Li bajarê Tata yê Mexribê di sala 2021’ê de zarokek 16 salî, ji aliyê alîkarê antrenorê tîma fotbola jinan a Tatayê û 5 kesên din ve rastî êrîşa zayendî ya sîtematîk hat. Zaroka keç piştî êrîşa zayendî ducanî bû. Di danişîna ku li daîreya edliye ya ceza ya Agadir hat dîtin de cezayê sal û nîv girtîgehê dan 6 sûcdaran. Ev ceza, berê jî li herêma Khemisset Tifletli li hemberî yekê tecawiza giştî hat pêkanîn 3 kesên ku dihatin darizandin cezayê du salan ê girtîgehê ku daye wan anî bîra mirovan.

‘Cezayê ku were dayîn divê di navbera 20 30 salan de be’

Cezayê ku weke xelat dan sûcdaran rê li ber bertekan vekir. Jin û çalakvanên mafên mirovan, ji bo edalet pêk were xwestin di temyîzê de guhertin çêbibe. Federasyona mafên jinan û tevna hevgirtina jinan di daxuyaniya xwe de got; “Li gorî zagona cezayê Mexribê, di dozên tecawizê de cezayê ku bidin sûcdaran divê di navbera 20 30 salan de be. Biryara mijara gotinê jiyana jin û zarokên keç dixe metirsiyê û cesaretê dide sûcdaran.'

‘Divê biryara neheq di dema temyîzê de were sererastkirin’

Federasyonê diyar kir ku wê li gel zaroka keç a rastî êrîşa zayendî hatiye û malbata wê bin û wiha hat gotin: “Biryarê zirar daye edaleta li welat. Divê ev biryara neheq di dema temyîzê de were serastkirin û edalet pêk were. Divê zagona ceza bi awayek cidî di ber çavan re were derbaskirin. Destûra bingehîn a welat bi peymana navneteweyî ya mafên mirovan ku ji aliyê Mexribê ve hatiye erêkirin li hev hatiye. Ji ber vê divê di sûcên êrîşên zayendî de cezayên girantir bidin sûcdaran.”

Federasyonê bang kir ku têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan, di zagonê de hikmê cihêkariya li hemberî jin û zarokên keç were rakirin. Daxwaz kirin ku dewlet zagonên li dijî tundiyê pêk bînin.