Li Mexrîbê hilbijartinên parlemanî û beşdariya jinan
Hevpeymaniyên jinan ên li Mexrîbê di pêvajoya hilbijartinên parlemanî de balê dikişînin ser sînordarkirina derfetên namzetiyê yên jinan.
Mexrîb – Hilbijartinên parlemanî yên li Mexrîbê, balê dikşîne li ser hebûna jinan di qada siyasî de di nav nîqaşên berfireh de li ser şertên namzetiyê, misogerkirina derfetên wekhev û pêşvebirina beşdariya bi bandor di pozîsyonên biryardanê de.
Di demekê de ku partiyên siyasî ji bo hilbijartinên parlemanî yên pêşerojê amadekariyê dikin û piştî ku hin namzet hatine diyarkirin û nav ji rayedarên pêwendîdar re hatine şandin, hem hevpeymaniya "190 ji bo Cîhanek Kar a Bê Tundî" û hem jî hevpeymaniya "Ji bo Rûmet û Mafên Jinan" duh, daxuyaniyek weşandin û bal kişandin ser tiştên ku ew wekî "nîşaneyên xemgîn" di derbarê beşdariya jinan a di hilbijartinên pêşerojê de dibînin.
Wan îdia kir ku pêvajoya namzetiyê pirsan li ser hebûna şert û mercên wekhev derdixe holê ku dê bihêle jin bigihîjin pozîsyonên serokatiyê û bi bandor ji bo kursiyên parlemanî pêşbaziyê bikin.
Her du hevpeymaniyan tekez kirin ku hebûna jinan di nava lîsteyên hilbijartinê de ne tenê bi hejmara namzetan, di heman demê de bi pozîsyonên wan ên di lîsteyan de, şansên wan ên serketinê û asta piştgiriya siyasî, rêxistinî û darayî ya ku ew distînin jî tê pîvandin.
Ji nûnertiya hejmarî ber bi beşdariya rastîn
Her du hevpeymanî bawer dikin ku yek ji girîngtirîn pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin, gihîştina wan a sînorkirî bo pozîsyonên serokatiyê di lîsteyên hilbijartinê yên herêmî de ye, nemaze di pozîsyonên asta bilind de ku şansê serketinê lê zêdetir e. Her wiha ew nelihevhatinên di pîvanên ku ji bo hilbijartina namzetên jin têne bikar anîn de destnîşan dikin û diyar dikin ku "di hin rewşan de, faktorên wekî xizmet û çavkaniyên darayî dikarin bandorker bin û prensîba derfet û lîyakatê ya wekhev têk bibin."
Li gorî daxuyaniyê: “Newekhevî ne tenê bi pozîsyonên namzetiyê ve sînordar e, di heman demê de asta piştgiriya siyasî û rêxistinî ya ku ji jinan re tê peyda kirin û belavkirina newekhev a namzetên jin li seranserê sazî û navçeyên cûda jî vedihewîne.”
Her du hevpeymanî hişyar dikin ku cihgirtina jinan di lîsteyên hilbijartinê de divê netenê bibe hebûnek sembolîk an hejmarî bêyî şert û mercên siyasî, rêxistinî û darayî yên pêwîst, da ku ew bikaribin bi bandor pêşbaziyê bikin û bigihîjin pozîsyonên temsîl û biryardanê.”
Tundiya pere û siyasî di nava nîgeraniyan de
Her du hevpeymanî bawer dikin ku bandora zêde ya hêza darayî li ser şansên jinan ên ji bo berbijêrkirina di postên siyasî de û pêşbaziya hilbijartinan, bûye faktorek diyarker di hilbijartina namzetan, organîzekirina lîsteyên hilbijartinê û piştgiriya kampanyayan de. Ev yek dikare derfetên wekhev sînorkirî bike û gihîştina pozîsyonên temsîlkirinê ji bo jinên jêhatî yên xwedî ezmûna siyasî û sivîl asteng bike.
Ew her wiha balê dikişînin ser berxwedana çandî, saziyî û siyasî ya berdewam a li hember beşdariya jinan di jiyana giştî de û her wiha derketina holê ya tundiya siyasî ya li dijî jinan, nemaze tundiya dîjîtal; ev tundî dikare jinan ji ber beşdariya wan a di qada giştî de an jî armancên wan ên gihîştina pozîsyonên serokatiyê hedef bigire.
Piştgiriya jinan
Di vê çarçoveyê de, her du hevpeymaniyan piştgiriya xwe ji bo siyasetmedar û rêberên jin ragihandin ku hatine dûrxistin an jî, bi gotinên wan, derfetên wekhev ji bo berbijêrkirin, pêşbazîkirin an girtina postên siyasî nedîtine. Wan diyar kir: "Divê ezmûnên van jinan werin guhdarkirin û kêmasiyên di pêvajoyên namzetkirinê de divê bi rêya pejirandina mekanîzmayên saziyî û qanûnî ji bo lêpirsîn, sererastkirin, gilîkirin û hesabdayînê werin lêkolînkirin."
Her du hevpeymanan tekez kirin ku beşdariya jinan bi tenê bi zêdekirina hejmara namzetên jin nayê bidestxistin, lê di heman demê de bi garantîkirina gihîştina wan bo pozîsyonên ku dikarin werin qezenckirin û dabînkirina piştgiriya siyasî, rêxistinî û darayî ya pêwîst ji bo pêşbaziyê ve gengaz dibe.
Çalakiya erênî û çareserkirina newekheviyan
Her du hevpeymanan parêzvanî li çalakiya erênî kirin ku ew wekî mekanîzmayek pêwîst ji bo çareserkirina newekheviyên dîrokî û avahîsaziyê yên ku hebûna jinan di jiyana siyasî de sînordar dikin dibînin, di heman demê de hişyarî dan ku ev tedbîr divê nebin çavkaniya newekheviyên nû di navbera jinan bixwe de.
Daxuyaniyê banga nirxandina periyodîk a van mekanîzmayan ji perspektîfek siyasî, mafên mirovan, qanûnî û demokratîk kir û tekez kir ku armanca dawî ew e ku ji nûnertiya sembolîk ber bi beşdariya jinan a wekhev û bi bandor a di pêvajoyên biryardanê de ve biçin. Her du hevpeymanan bawer dikin ku derbaskirina newekheviyên heyî hewceyê nirxandineke berfireh a çarçoveya qanûnî û sazûmanî ya ku beşdariya siyasî ya jinan birêve dibe ye.
Di dawiyê de, daxuyaniyê çend pêşniyar pêşkêş kirin; di nav de pejirandina prosedurên zelaltir ji bo hilbijartina namzetan, bi taybetî li ser bingeha pîvanên zelal û verastkirî. Her wiha tedbîr ji bo danîna mekanîzmayên gilîkirinê, îtîraz û hesabdayînê hatin xwestin û ji bo kêmkirina nakokiyên berjewendiyan û bandora pereyan a li ser biryarên namzetiyê û pêşbirkê banga gavavêtinê hate kirin.