“Li Mexribê hewceyî bi zagonek ku tundiya siyasî sûc dibîne heye”

Endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Xedîce Rabah di civînê de axivî û got: "Li Mexribê hewceyî bi qanûnek li dijî tundiya siyasî heye. Divê tundî were krîmînalîzekirin da ku dawî li paşxistin û dûrxistina jinan a di karên siyasetê de were.”

Mexrib- Çalakvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku hebûna jinan di asta rêveberî û serokatiya meclisên hilbijartî yên Mexribê de hîn lawaz e û li gorî asta têkoşîna tevgerên jinan nîn e. Her wiha dan zanîn ku pêwîstî bi zagon li dijî tundiya siyasî heye û daxwaza pejirandina qanûnek ku tundiya siyasî sûc dibîne kirin.
Di çarçoveya stratejiyên xwe yên bi armanca bidestxistina wekheviyê û avakirina bingehên serweriya hiqûqê bi hêza siyasî ya jinan, Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê, di 27’ê Mijdarê de li Dar EL-Beyda civîneke çapemeniyê li ser temsîliyeta jinan a siyasî di bin navê Tundî, edalet, an desthilatdarî?" de li dar xist."
“Çanda paşverû di nava partiyên siyasî de heye”
Her wiha bal kişand ku gelek kiryarên tundûtûjiyê yên li ser jinan di warê siyasî de bi pergala baviksalarî ve girêdayî ne û diyar kir ku ev çanda paşverû û desthilatdar di nav partiyên siyasî de heye.
“Li Mexribê hewldanên ji bo başbûna rewşa jinan hene”
Xedîce Rabah destnîşan kir ku li Mexribê hewl tê dayîn rewşa jinan û beşdarbûna wan di siyasetê de baştir bibe, hewl didin rewşa zagonî ya jinan bi pêş bixin û got: “Ev yek li gorî rêbazên xebatê yên "Pekîn" û Peymana rakirina hemû cudahiya li dijî Jinan "CEDAW" ye.” 
Çalakvana mafên mirovan amaje bi wê yekê jî kir ku reformê bandor li ser çend zagonan kiriye, çend ji wan, Zagona Malbatê, Zagona Kar û Zagona Rewşa Medenî ye lê heta niha negihîştiye ast û daxwazên ku tên xwestin û wiha domand: "Tevî ku di asta nûnertiya jinan de di meclisên hilbijartî de, di asta rêveberî û serpereştiya van meclisan de encam bi pêş ketine jî hebûna wan lawaz e. Ji ber vê yekê, ev pêşketina ku jinên Mexribê dijîn nîşan nade û ne jî asta têkoşîna ku tevgerên femînîst ên li Mexribê di vê mijarê de dimeşînin, nîşan dide.”
Hejmara temsîliyeta jinan di parlamentoyê de zêde ye
Her wiha da zanîn ku bibandorbûna bidestxistina wekheviyê di asta mafên siyasî de, dimîne hêmaneke geşedanê ye ku pêwîstiya xwe bi îradeya qanûndanîn û aliyên siyasî heye, hewcedariya xwe bi jîngehek heye ku wekheviya rastîn maf û bingeha demokrasiyê dibîne.
Çalakvana mafên mirovan teqez kir ku rastiyê rewşeke din derxistiye holê, ji ber ku hejmarek ji biryarên dadwerî di xwendin û şîrovekirina wan nivîsên zagonî de bi nakok in û got ku zagon li Mexribê hewceyî qanûneke li dijî tundûtûjiya siyasî ne.
Li gel ku jin di siyasetê de qels in jî hejmara temsîliyeta bilind a jinan di asta parlamentoyê de nîşan dide. Li ser vê yekê Xedîce Rabah got: "Hejmara di sala 2011'an de ji sedî 17 derketiye ji sedî 24,3 di sala 2021'ê de. Li ser asta civakên herêmê jî ji sedî 21,18 di sala 2015'an de derketiye ji sedî 26,64'an di sala 2021’ê de. 
Pêkhateyên mafên mirovan li ser mekanîzma û rêgezên zagonî li hev kirin 
Beşdarên semînerê, tevî hebûna qanûneke nû ya zagonî ya li ser esasê pêwîstiya beşdariya hevseng a jinan di rêveberiyê de, hin binpêkirinên hilbijartinê yên li gorî zayendê şopandin. Nemaze ji ber ku di hilbijartinên dawî yên kolektîf de hebûna jinan di nav civakên herêmê de zêde bûye. Ev yek jî êdî pêwîstiya xwe bi peydakirina derfetan ji bo van berpirsên hilbijartî dibîne ku rola xwe ya sereke di geşedana axê û dadmendiya civakî de bilîzin.
Pêkhateyên curbecur ên mafên mirovan û jinan ên beşdar vê civînê bûn, bi yekdengî li ser mekanîzma û rêgezên zagonî li hev kirin ku ji girîngtirîn mekanîzmayên pesendkirina mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên jinan in. Ji ber ku ew xaleke bingehîn e ji bo pêkanîna wekheviya zayendî.
Şahidiya jinan
Her wiha di semînerê de şahidiya çendîn jinên ku di dema beşdarbûna wan di karên siyasî de rastî tundî, neheqî û dûrketinê hatine, bi taybetî di heyama hilbijartinan de hatin nirxandin. Beşdaran destnîşan kir ku tişta herî dijwar der barê şîdeta siyasî de ew hest e ku jîngeh û civak tehemul dike û girîngiyê nade van cure reftaran. Her wiha jinên ku siyasetê dikin hîs dikin ku ragihandina wan ji bûyerên destdirêjiyê re dê bandorê li wêne, kar û paşeroja wan a siyasî bike.