Li Mexrîbê hejmara windayan zêde dibe

Hejmara kesên di erdheja Mexrîbê de jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 946’an. Li welat hîna li gelek gundan çûnûhatin nine, ji bo derbasbûna rêyên girtî bi keran malzemeyên alîkariyê tên hilgirtin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Navxweyî ya Mexrîbê  hejmara kesên ku di erdheja bi lerza 7’an a ku 8’ê Îlonê li Marakeşê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 946’an. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de agahî parve kir ku hejmara kesên di erdhejê de birîndar bûne derket 5 hezar û 674’an.

Dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Mexrîbê berdewam dikin, hê jî nikarin xwe bigihînin piraniya gundan. Ji ber erdhejê hin rê hatin girtin. Mexdûrên erdhejê bi ker an jî motorsîkletan hewl didin van rêyan derbas bikin. Alîkarî negihiştin gelek deverên Mexrîbê ku di dîroka xwe de erdheja herî dijwar rû da. Mirov nikarin xwe bigihînin kon, betanî û pêdiviyên herî bingehîn, li qadên vekirî bêçare li bendê dimînin.