‘Li Mexribê di warê maf û azadiya jinan de pêşketin tune ye’

Koordînatora Projeya Navenda Xebat û Lêkolînê Manasat, Fatima Ika got ku bi xebatên li qadê kirine diyar bûye ku nêrîna civakê di warê mafên jinan de bi erênî guherîbe jî dema ku dor tê ser mafên giştî û azadiya kes, nakokî derdikevin holê.

HANAN HARÎT

Mexrib- Navenda Xebat û Lêkolînê Manasat, ji bo pirsgirêkên jinan tesbît bike, xebatên qadê dike. Navend dû re bi semînerên ku li dar dixe, encamên xebatên qadê analîz dike û li ser  riyên çareseriyê nîqaşan dike. Jinên bi aliyên cuda beşdarî van semîneran dibin. Her wiha di çarçoveya Projeya Nifşê Hewldêrên Ciwan a ku navendê amade kiriye de, ji bo ciwanan bernameyên perwerdeyê tên lidarxistin.

Koordînatora Projeya Navenda Xebat û Lêkolînê Manasat, Fatima Ika, got ku ciwanên beşdarî perwerdeyên navendê dibin, şiyar û zana dibin, hînî nivîsandina projeyan û amadekirina belgeyan dibin, di dawiya perwerdeyê de jî ciwan di warê pirsgirêkên jinan de dixebitin.

Bi perwerdeyan armanc guherîna zihniyetê ye

Fatima Ika, got ku bi xebatên ku kirine û perwerdeyên dane, feraseta ku xwendekarên zanîngehê  di nava dîwaran de hepis dike şikandine, armancad wan ew e qadên ku bikaribin xwe tê de îfade bikin biafirînin û diyar kir ku di perwerdeyan de ligel teoriyê, pratîk jî heye. Fatima Ika diyar kir ku ew ji bo ciwanan ligel mafên wan, riya azadiya kesayetiyê jî nîşan didin û wiha domand:

“Em li ser pêkanînên di zagonên cihî û çanda ku li ser jinan di qada giştî û teybet de bandorê çêdikin sekinîn. Me mijarên çandî, civakî û zagonî yên têkildarî azadiya jinan girt dest. Li gorî encamên wan, em li ser pejirandin û redkirina azadiya jinan û ji bo ku di gihîştina qada giştî de û li qada giştî bi mêran re di rewşa wekhev de bin rawestiyan. Ger em werin ser encamên lêkolînê yên di warê azadiya şexsî de, me dît ku ji bo em nêrîna jinan a ji bo azadiya di qad giştî de bibînin divê em faktorên çandî û civakî analîz bikin.”

‘Bedena jinan weke mulk tê dîtin’

Fatima Ika bal kişand ku bi lêkolîna xwe li ser mijarên azadiya dayîna biryarê ya jin di warê bedena xwe de didin û mijarên ku li ser ewlehiya wan bandorê çêdikin sekinîne û wiha got: “Me bi jinan re li ser şîdet, tacîz û tecawizê ku ji bo civaka Mexribê mijareke hesas e, nîqaş kir. Her wiha me li ser cudakariya di qada giştî de jî nîqaş kir. Bi pirsên ku me ji civakê kirin, me dît ku di warê pirsgirêkên jinan û nêrîna jinan de pêşketin çêbûye lê dema ku mijara maf bin, nêrîneke ji aliyê newekheviyê ve xwe dide der. Beşdar diyar dikin ku jin çi bixwazin dikarin li xwe bikin lê di qada giştî de azad nîn in, li gorî daxwaza xwe dikarin pêçe bi kar bînin an jî bi kar neynin lê di qada giştî de ev yek bi hinek fikaran ve girêdayî berdewam dike.”

Fatima Ika got ku di encama lêkolînê de diyar bûye ku bedena jinan weke ‘mulkiyeta kolektîf’ tê dîtin û got ku di encama lêkolîna der barê jin û zarokên keç ên seyahetê dikin û hevalên wan çêdibin de, encamên bi nakok derketine holê.