Li Mexribê di encama çalakiyan de cezayê kiryar hat zêdekirin

vLi Mexribê çalakiyên ku ji bo kesên li dijî zarokekî erîşa zayendî pêk anîbûn cezayê girantir bigrin hatin lidarxistin encam dan. Dadgeha Rabatê ya Temyîzê cezayê zêde da kiryaran.

Mexrib – Li Mexribê sala borî di doza zarokeke keç a ku rastî 'tecawiza komî' hatibû ceza hatibû kêmkirin. Bi serhildana jinan re Dadgeha Îstînafê ya Rabatê cezayê girtîgehê yê 3 kiryaran zêde kir.

Dadgeha Rabatê ya Mexribê, li 3 mêrên ku ji ber erîşa zayendî ya li dijî keçeke 12 salî hatibûn mehkûmkirin, cezayên giran ên girtîgehê birî. Li kiryaran 20 sal û ji bo her 2 kesên din jî 10 sal ceza hat birîn.

Dadgehê beriya eşkerekirina biryarê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê, bi hincetên parastina biçûkan û bi hinceta ku zaroka di encama tecawiza komî de ducanî bûye, zaroka xwe aniye dinyayê, bi parastina ku kesên ne reşîd û cidiyeta sûcê ku hatiye kirin di ber çavan de derbas kir û bi veşartî li zarok guhdarî kir.

Dadgeha Temyîzê ya Rabatê îsbat kir ku bavê zarokê di encama tecawizê de hatiye dinyayê û niha 16 mehî ye, yek ji tecawizkaran e Komeleyên jinan jî li dijî kêmkirina cezayên tacîz û erîşa zayendî li ser zarokên keç û jinan gelek çalakî li dar xistin.

Li Mexribê, rêxistinên mafên mirovan di salên dawî de cezanekirina sûcdarên mêr ên li dijî zarokan êrîşên zayendî kirine şermezar kirin.