Li Mexribê di çavçoveya kampanyayê de komxebatek hat lidarxistin
Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî şîdetê de, Komîsyona Bilind a Pêwendiya Dîtin û Bihîstinê ya Mexribê komxebatek li dar xist ji bo tevkariya qanûnîkirina medyayê di başkirina tedbîrên medyayî yên li ser mijara tundiya li ser jinan.

Mexrib - Komîsyona Bilind a Pêwendiya Dîtin û Bihîstinê ya Mexribê komxebatek organîze kir ku nûnerên zêdetirî bîst rêxistinên civaka sivîl li hev kom kir, da ku ezmûnên di warê ragihandinê de bi medyayê re li ser mijara tundiya li ser jinan ronî bikin û bi hev re parve bikin.
Seroka Komîsyona Bilind a Pêwendiya Dîtin û Bihîstinê ya Mexribê Letîfe Axerbaş da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl ne tenê ji bo rojnamevanan çavkaniyên agahdarkirina nêzîk in li ser mijara tundiya li ser jinan, di heman demê de di dînamîka giştî ya seferberiyê de ji bo yekbûna çanda wekhevî û bê tundiyê aktorek sereke ne û wiha pê de çû: “Têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingehê zayendî, ji bo vê pirsgirêka civakî ya pir tevlihev, bêguman bi avakirina nêzîkatiyeke pispor, piralî û rojnamevanî derbas dibe.”
.