Li Mexribê bi riya zanistê hewldanên bidawîanîna tûndûtûjiyê

Wezîra Hevgirtin û Yekgirtiya Civakî û Malbatî ya Mexribê Awatef Hayar, organîzekirina kursek di çarçoveya şîdeta li dijî jin û keçan kir. Ji bo ji sedî zêdetir xwendekar beşdarî kampanyaya neteweyî ya ji bo rawestandina tundûtûjiya li ser jin û keçan bibin, îsal jî li ser mijara hişyarkirkirinê di dibistanan de ji bo mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û keçan di bin dirûşma "İnxîret" hatibû organîzekirin, kiriye.

Mexrib- di 29'ê Mijdarê de Awatef Hayar di civînek li ser zoomê ji xwendekarên ku beşdarî vê kampanyaya 19 bûn re di çarçoveya pejirandina teknolojiya perwerdeya ji bo xwendekarên saziyên perwerdeyê yên girêdayî akademiyan li dar xist. Her wiha wê ew wek balyozên rûbirûbûna tundiya li ser jin û keçan bi nav kirin û bang li wan kir ku ji bo seferberiya kolektîf û herêmî afirîner bin û dirûşma kampanya 19 bi cih bînin.
Bi mudaxeleyen Wezareta Hevgirtin û yekgirtiya Civakî û Malbatî, xwendekar beşdarî çalakiyên hişyariyê yên ku dê di nav 24 demjimêrên perwerdeyên ku li herêmên cuda yên hatine belavkirin de, li ser mijarên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ji naveroka qanûna 103.13 a têkildarî têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan bûn.
Bername wê ji 30'yê Mijdarê heya 7'ê Kanûnê bidome
Civîn bi danûstandina bi pirs û bersivên xwendekarên beşdar ku ji aliyê zanîngehên xwe ve ji bo beşdariyê hatine destnîşankirin, hat cudakirin. Her wiha xwendekarên saziyên perwerdeyê ji bo bernameya berfireh a çalakiyên ku dê ji 30'yê Mijdarê de heya 7'ê Kanûnê bidome, hatin agahdarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku civîna wezîran ji dûr ve li dar xist, di çarçoveya bîranîna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanî li Mexribê li dar xistine. Her wiha hat zanîn ku wê hemû xwendekarên jin û ciwan ên ku beşdarî kampanyayê bûne û weqfa hevkariya niştîmanî, Ajansa Pêşxistina Civakî, Nûnerên akademiyên herêmî yên perwerde û hînkirinê, Wezareta Hevgirtin, yekgirtiya civakî û malbatî, wezareta perwerdeya neteweyî û seretayî û wezareta xwendina bilind û her wiha Enstîtuya Neteweyî ya xebatên Civakî beşdar bibin.